Diyarname
Li Tirkiyeyê li hin zanîngehan bi awayekî fermî dersa kurdî tê dayîn. Li hin zanîngehan jî nîvfermî, yan jî fiîlî. Ji van zanîngehan hin jê dest pê kirine tevî xwendekarên xwe kovarên (fanzîmên) bi kurdî derdixin, di nav kovaran de nivîs, helbest, wergerên xwendekarên xwe diweşînin. Vane hin ji wan:
Ji Bîlgiyê: "Spartek"
Xwendekarên Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê ku di wê zanîngehê de bi awayekî fermî dersa bi kurdî tê dayîn, kovareke bi navê "Spartek" derket. Kovar di bin edîtoriya mamosteya wan Ronahî Onen de hatiye amadekirin û weşandin.
Di kovarê de Adem Altun nivîseke li ser "Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê", Mahmut Sansarkan jî li ser "Mirina Kalê Rind" ya Mehmed Uzun nivîsandiye.
Ayşe Batgi helbesta Cemal Sureyya bi navê "Ez dizanim riyên ku ber bi aliyê te ve tên girtî ne" wergerandiye kurdî. Pelşîn Balku jî bi sernavê "Evrîm Alataş, Keça Serhildan û Evînê" nivîsandiye.
Her wiha di kovarê de xwendekarên wekî Ahmet Lezgin Baybaşin, Ayhan Işik, Bersî Yetkîn, Bîrsen Korkmaz, Elif Kizilkaya, Erdal Kavcu, Fatma Taş, Hatice Baştug, Kader Işik, Şîn, Mehmet Aras, Melike Yavuz, Muhammed Bakir Dursun, Musa Karataş, Munîre Irtak, M. Nesim Aygun, Nurullah Şanli, Orhan Alici, Ruşen Tapanci, Şafî Çelîk, Şermîn Abî, Turan Altun, Yusuf Ontaş nivîs nivîsandine.
Ji Zanîngeha Stenbolê "Pêngav"
Çend xwendekarên Zanîngeha Stenbolê jî bi navê "Pêngav" kovareke (fanzîmeme) derxistine. Ew dibêjin "Armanca me ew e ku piçek be jî xwendekarên zanîngehê êdî bi zimanê kurdî bixwînin, binivîsin û bifikirin. Lewra ev her sê tiştên (ewandin, nivîsîn, fikirîn) hanê, bi qewlê Ehmedê Xanî ve bi 'bazarek' ve girêdayîye. Em jî ji bo vê bazarê bûn pêngavek."
Wan sernavê kovara zanistî, wêjeyî û hunerî lê kiriye û di kovarê de kesên wekî Gernas, Cumali Guler, Umit Eser, İsmetullah Ozdag, Tamazxaa Maloox, M. Sait Çakar nivîs nivîsandine.
"Keskesor"a Bogazîçiyê
Li Zanîngeha Bogazîçiyê jî dersên bi kurdî têne dayîn. Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî jî nivîsên xwe di blogeke ku ava kirine de pêşkêş dikin. Vaye navnîşana bloga wan: http://kovarakeskesor.blogcu.com/
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ger zanîngehên ku kovar derdixin û haya me jê tune hebin, kovara xwe bigihînin ber destê me emê cih bidinê.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.