MÛŞ
Li Navçeya Kopê ya Mûşê endamê Meclisa Şaredariyê Cevdet Yaşar, bi hinceta di Newrozê de bi kurdî helbest xwendibû, bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" rastî salek cezayê hepsê hat.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku her qala xwendina xwe ya helbestê û ji ber wê ketina girtîgehê dike, hê jî li Tirkiyeyê mirov ji ber xwendina helbestê ceza digirin. Cezaya dawî li Mûşê hate dayîn. Li navçeya Kopê ya Mûşê endamê Meclisa Şaredariyê Cevdet Yaşar bi hinceta di Newroza 21'ê Adara 2010'an de bi kurdî helbesta ku wî nivîsandibû xwend bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" rastî salek cezayê girtîgehê hat.
Der barê Yaşar de ji ber helbesta di Newrozê de xwendibû li 4'mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê rojên borî hate dîtin. Heyeta dadgehê der barê Yaşar de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" salek cezayê girtîgehê birî. Parêzerê Yaşar, ji bo temyîza biryarê dosya şand dadgeha bilind.