logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Dar barê têgehên hunerî de

Bi tenê rexne nabe, hîç nebe çend gotinên însan jî hebin, heger ku pêşniyarên li jêr ‘gotin’ bin, par ve dikim:

  • Dîrok: 08/02/2011
  • Beş: NÎQAŞ

Cîhan Roj

Guhdarkirina li dengan û rûmetdayîna rexneyan wekî tewrek rewşenbîrî ê bibe sedem ku pêşî li gelek tiştan vebibe. Bi vî awayî rexne ji bo kesên ked didin çiqas dibe hêz ji bo kesên ked didin da ku rexneyên xwe der bibin jî dibe hêz û moral.
Ev e, Koma Xebata Kurdî ji bo her kesî, kerem bikin, got. Lê ev war warê herî zor e ku însan têgehan bi cî bike, biafirîne. Ji ber ku gerek têgeh gelek bi berfirehî wate bide der. Bi kurtasî têgeha tê afirandin jî di tehma hunerî de be. Dîsa têgeh di hemî beşên hunerî de rê bide têgehên din. Baş e ku koma xebatê, li gorî nêrîna min, kar ji bo kesî zêde nehiştine. Lê dîsa jî emê wekî pêşniyar dîtinên xwe pêşkêş bikin; bi tenê rexne nabe, bi rexneyan re hîç nebe çend gotinên însan jî hebin, heger ku pêşniyarên li jêr ‘gotin’ bin, par ve dikim.


1. “SİRÇA BOYA. BOYAXA?”
Komê bi pirsnîşanê destnîşan kiriye ev têgeh hê nehatiye afirandin. Heger ku em pênaseya derbarê têgeha, sirça boya, a ku komê lê kiriye li ber çav bigirin wê çaxê emê karibin têgehê wekî ,”KEWNEBOYAX” pêşniyar bikin.

2. “KİSA GORUNUŞ: RAKUSİ.
Kurdiya vê têgehê jî bê bersiv maye. Li vir ne wekî pêşniyar, bi a min divê têgeha “XAYLE” cî bigire. Di kurmancî de, ji bo dîmenên bîranînan wiha tê gotin: “Mîna xayle tê ber çavên min.” Xuya ye ku ji bo dîmenên kurt tê bikaranîn. Belê peyv ji xeyalê xwe dabe der jî wekî peyvek nû di ziman de cî daye xwe.

3. “IMGESEL TASARİM: SÊWİRANA NÎGAŞÎ.”
Gelo ji bo “TASARIM” ê “sazgar”  ne li cî ye? Her wiha di edebîyatê de têgeha “hêma” baş bi cî bûye. Gelo, “nîgaş” pêwîst e? Heger ku hêma di beşên din ên hunerê de wateyê nede der ev tiştekî din e.
Ger hişmendiya ku ez xwe lê digirim rast be wê çaxê têgehê wekî,
“SAZGARIYA HÊMAYΔ   pêşniyar dikim.

4. “Abide”
Di wateya kûr a abideyê de, bîranîn hene, şan heye, şoret heye, heybet heye.
Lewre , “BÎRŞAN” an jî ,” ŞANBÎREK”  hêjane însan pêşniyar bike.

5. “GELENEKSEL SANAT: HUNERA NERÎTÎ.”
Helbet delîl û desîseyên komê hene ji bo peyva nerîtî. Li vir tu pêşniyarî nakim. Hew bi bîr dixim; ger têgeha “TORE”yê baş cî dabe xwe ji bo çi ,”HUNERA TOREYΔ nehatiye gotin?

6.”KURGU”
Komê kurdiya wê lê nekiriye. Têgeha “honak” raste rast di wêjeyê de cî daye xwe.

7. “GELİŞİM: PÊVAJOYA BÛYERAN.”
Ger ne şaş bim komê di afirandina têgehên îdarî de ji bo “gelişim”ê geşedan li rê dîtibû.

8. “ODENEKLİ TİYATRO: ŞANOYA PİŞTGİRÎKİRÎ.”
Li vir peyva ‘piştgirîkirî” zehmet e. Ji zorê xwe daye der.
Gelo însan nikare bêje, “Şanoya destvanî”
Nîşe: Li hêla Tekmanê ji bo kesên alîkarî dikin destvan tê gotin.

9. “SARAY TİYATROSU: ŞANOYA SERAYA.”
Zêde problem xwe nade der lê wekî, “Şanoya Qesran” bûya belkî çêtir bû.

10. “TAKLİT: LASAYÎ.”
Gerek wekî, texlîd, bihata qebûl kirin.

11. “TEMSÎL: NİMAN”
Bi ya min ev têgeh jî di nav ziman de heliya ye. Ne hewceyê “niman”ê ye. Mîsal, têgeha temsîlîyetê jî heye.

12. “HOPLAMAK: XWE HOLKİRİN.”
Ev jî ne bi problem e lê ku “qilbûn” bihata gotin çêtir bû.

13. “DOGAÇLAMA: JİXWEBERÎ.”
Belê li vir jî têgeh li cî ye. Lê dîsa jî têgeha ku min di nivîseke xwe de pêşniyar kiribû bi bîra komê dixim: “SIRUŞTNAME”

14.”ANTÎKA”
Ne hewceyê lêgerînê ye, têgehê wekî, “ANTÎKE” di kurmancî de cî daye xwe. Heta di nav biwêjan de jî cî girtî ye. Mîsal, “Çi mirovekî antî ke ye.”

15. “DUZENEK”
Li vir , “CÎBER” ê pêşniyar dikim.

16. “REPRODUKSİYON”
Pêşniyara min, “PIŞKESAZΔ YE.
Pişk: Şibandina gelek zêde.

17. “RENK SKALASİ”
Û pêşniyara ji bo vê têgehê ev e: “ŞIRDANEKA RENGAN”
Wekî dîtina dawî dibêjim, “mîmar” li cî ye. Ne hewceyê “AVAHÎSAZ” e. Ji lewre di wateya kûr a, mîmar, de bi tenê ne avakirina avahiyan heye.

Nîşeyek:

Pêşniyarên min ên di derbarê têgehan de ev bûn. Îca pêşniyarek min a din heye ku gelek muhîm e. Em ji komê hêvî dikin ku piştî afirandina têgehên di her warî de, hemî têgehan wekî pirtûkekê çap bikin. Her wiha gerek kifş be bê kîjan têgeh ji alî kê ve hatiye pêşniyar kirin.
Heger ku pirtûka têgehan wekî ferhenga têgehan der biçe hem dê bibe referans hem jî dê mirov karibin sûd jê werbigirin.

cihanacirokan@hotmail.com

***

 

Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
-
Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî 

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Lîsteya Demokrasiyê: Tirkiye di rêza 103'yan de ye

ad

Mijara Wêjevanan a îsal zarok û weşan e

ad

Ji bo du hefteyan fîlmên ji dinyayê li Stenbolê ne

ad

Şîreta Dê

ad

'Jîla Huseynî timî behsa hêviyê dike'

ad

Zindanê DAIŞ'ê hat dîtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname