Diyarname
Economist Intelligence Unit (EIU) ku navenda wê li Îngilistanê ye “Îndeksa Demokrasiyê” amade kiriye. Di lîsteyê de Tirkiye di nav 167 welatan de di rêza 103’yemîn de cih girtiye. Di nav herêma welatên Ewropaya Rojava de jî di rêza dawî de ye.
Di lîsteyê de Norwec d rêza yekeîn de cih girtiye, Afganistan di rêza dawî de cih girtiye.
Ji bo lîsteyê welat wisa kategorîze kirine, “tam demokrasî”, “demokrasiya bi qisûr”, “Rejima hîbrît” (têkilhev/melez) û “rejima otorîter”. Bi ser 10 pûanan re nirxandine hatiye kirin. Tirkiye di nav kategoriya “rejima hîbrît” de cih girkiye. Rapora EIU li ser welatan nirxandin jî kiriye û ji bo Tirkiyeyê wisa gotiye, “Tirkiye li herêmê tekane welat e ku di nav kagerotiya hîbrît de ye û di deh salên dawî de gelek ketiye. Ev nîşaneya rêveberiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan e ku her ku diçe ber bi otokratîkbûnê ve diçe.”
Di sala 2012’yan de Tirkiye bi 5,76 pûanan di lîsteyê de bû, niha bi 1.41’î
Li gor raporê pên welatên pêşî bi vî rengî ne: Norwec xwedî 9.75, Zelandaya Nû 9,37, Fînlandiya 9,27, Swêd 9,26, Îzlanda xwedî 9,18 pûanan e.
Ji Euronwsê hatiye girtin