LUQMAN GULDIVÊ
Huner ji danadera heyî û wê de ye. Ew ne tenê neynikeke ya heyî ye, ew tezahureke hêviya ji bo siberojê ye. Ew xurtiya ku têkoşer hewceyî ne, ew dersên ji rabihuriyê û pêşniyazên ji bo siberojê ne, ew rexneyeke li xwe, li hember xwe û li ya heyî ne. Berhemên hunerî her tişta ku rihê mirovî dikare bibe û hizra wî dikare bigihîjiyê ne. Ji ber wê jî resm ne tenê resm in, peyv ne tenê peyv in, dîmen ne tenê dîmen in, şano ne tenê şano ye, estetîk ne tenê yek rengê estetîkê ye û heta ne tenê estetîk e jî.
Dema mirov di vê peywendê de li helbestvanên kurd dinihêre, ya ku pêşî xwe dide der ew e ku ferdiyeteke qels bi giştî xwe li nav dev û rûyê mirovî dixe; li aliyê din bi xwe şûştina ji wêrekî, sêwirandineke çîrokî ya manedar, xwe tavêje bext û dexîlê muceredbûneke nepixandî ya ku di dawiyê de bi tenê peyv dimînin; û îmaja heyî jî ku diviyabû bibe rihekî helbestê, ew çendê şêlo dibe ku mirov bi zehmetî dikare behsa îmajê bike. Lê sedemên wê hene, çima wisa ye; bifikirin zimanek bi tenê ji ber ku ew ziman e, rastî zext, zor, çewisandin û qirrkirinê hatiye, tevî civaka ku wî bi kar tîne. Gelo ev yek dikare bike ku em van gotinên xwe yên rexnegir nekin. Helbet na, û ev mafê min bi xwe dimîne, tevî ku îro ez ê nedim nav vê meseleyê.
Ez ê berê xwe bidim helbestvaneke jin a bi navê Jîla Huseynî ku mixabin bi tenê Mirina Rojê bi Kurmancî berdest e. Ev berhevoka helbestan a ku Avestayê sala 2006´an çap kir, piştî mirina helbestvanê derçûye. Bi her halî, ji helbestên Jîla Huseynî jî ya ku mirov dibîne û tê digihîje, ew e ku derd, kul û keser, êş, azar û bextreşî xwe li ser hev dikin lod û bi peyvan, bi helbestan xwe li nav dev û rûyê me dixin. Ji bo çi jineke ciwan a Rojhilatî, (helbestvan di sala 1964´an de ji dayik bûye, sala 1996´an di qezayeke trafîkê de rehmet dike) helbestê bike navgîna hilgirtina ew qas kul û xeman?
Dibe ku eleqeya vê giştîbûn û ji ferdiyetê şûştîbûna helbestê bi diyardeyeke çandî hebe; jina kurd û cihê wê di civaka ji rê û resmê de.
Gava ku min li Mexmûrê ji devê dayikekê nihurandinên ji bo zarokan tomar dikirin, tiştekî xwe bi min eşkere kir; lorîkên dayikê û zêmarên wê yek bûn. Wê zaroka xwe (ya ku bi lorîkan jê re dilorand) û miriyekî ji mala xwe dikir yek. Jixwe di navbera lorîk û zêmarê de jî girêdaneke eşkere xuya bû. Her du jî ji wan cureyan bûn ku jinan û nexasim jî dayikan digotin. Paşê lê hay bûm ku dayika ciwan a ku zarok jê re çêdibe, ew jin e ji nav mala xwe ya dê û bavê xwe bi dûr ketiye, çûye nav maleke xerîb a ku xwe tê de wekî xerîb hîs dike û ew pitika wê ji bo wê dibe hemberek ku kul û keserên xwe jê re bilorîne.
Di gelek helbestên jinan ên van 30 salên dawiyê de ya em dibînin dişibe rengekî îfadekirina wê êşa ku nexasim jî civakê li jinê bar kiriye. Ango bi rengekî ji rengan bi îfadekirina vê rewşê ya tê kirin, ne tenê vegotina êşê ji yek kesî re ku di ziman nagihîje (pitik), lê ji civakekê, ji komeke potansiyal re hatiye nivîsandin a ku ji vî kul û derdî muhtemelen wê fêm bike. Ango destpêkeke berxwedanê em dibînin, bi rengê parvekirinê. Jixwe, ji ber wê jî fediyokî be jî, di nava van îfadeyên êş û elemê re Jîla Huseynî jî timî behsa hêviyê dike; hêvî dibe hêmana lê zêdekirî ku helbesta jinê ji lorîka wê digihîne asteke din. Ji asta îfadekirina êşa xwe ber bi asta parvekirina wê û ya hêviyê.
Wekî mînak Jîla Huseynî bi Eşqa Agir (r.55) ji bo Meryem Rihiya ku xwe li Sinê şewitandî dibêje; "Bê şermiya gir; ew qas pirr bû; ji rade der bû / Bênderek gul xist himbêza xwe; tund bi xwe ve guvaşt; bi pirîskên xwe ve; pelên wan ê nazik maç kirin; li ser hevrîşima laşê wê; maçên gir girtî; dest bi semayeke coş kirin / Hebûna nazik a gulên deştê; xembar bû / Bulbulekî stranek; mişt bi xem stira; gişt dax û keserên kevin; ji nişka ve taze bûn; ew dema ku helbestên min; bi navbang bûn."
Ango di Eşqa agir de ya em dibînin, ne tenê hevxemî û qebûlkirina çarenûsê ye, lê belê hevxemî û xwedîderketina li dozekê ye, û heta barkirina maneyeke çalakiyeke siyasî û civakî li çalakiya Meryem Ruhî ye.
guldive@yahoo.fr |
05.03.2018, Yenî Ozgur Polîtîka
Têbiniya Diyarnameyê: Sernavê nivîsê "Jin, huner û têkoşîn" bû, me guhart.


