Çîrokbêj: Gulê Etmanekî
Amadekar: Qesîm Etmanekî
Hebû tune bû, meseleyeke dinyayê hebû. Hebû merikek bû, rabû ji xwe re qîz xwest û zewicî.
Diya destgirtiya wê rojekê gazî keça xwe kir, jê re got;
“Law were ez ê şîretekê li te bikim, tembiya min te bî tu hîç mijûl nebî li mala merê xwe…”
Qîza wê jî bawer kir.
Hatin keçikê birin, dewata wê kirin, wê birine mala wê, ew û mêrê xwe gihîştine hev. Sal ketinê, zeman ketinê xwedayê teala du kurik jî dan wan û ew jî mezin bûn. Lê jinik hîç mijûl nabe, mêrê xwe re devê xwe jî venake. Çi dibêje xebera wî dike, îşê wî pêk tîne, xwarina wî çêdike, lê hîç mijûl nabe.
Mêrikê wê rojekê ji vê halê jina xwe re dibêje;
“Heyra jina min hîç mijûl nabe, mirov e, ku ji xwe re mijûl nebe tê çawa sal û zeman biborîne, wisa xuya dike ku, ez ê herim ji xwe re hebeka dî bînim…”
Rabû mêrik kete gerê, ha li vir na ha li wê na, ji xwe re hebeka dî dît û ji xwe re xwest.
***
Piştî vê meselê mêrik radibe jina xwe ya ker re fîlmek çêdike, dibêje;
“Ka ez fenê lê bigerînim, ka tê çawa bike, tê çawa tevbigere.”
Diya zarokan rojekê diçe cihekê, wê wextê jî bavê wan tê li ba wan, ji wan re dibêje;
“Law, cara diya we hat, jê re bibêjin, dayê em birçî ne, ji me re mast bîne, cara mast ji were anî, bigirîn, jê re bibêjin, dims bixe navê, ku dims xiste navê, bibêjin, tu vî dims û mastê ji hev qetîne, ka çi dibêje diya we ji vê meseleyê re.”
Rojekê ji rojên xwedê de kurê wê yê mezin giriya giriya, diya xwe re got;
“Dayê dayê mast dixwazim.”
Diya wî çû jê re mast anî, danî li berî, kur dîsa giriya giriya, diya xwe re got;
“Dayê dayê dims bixe navê.”
Diya wî çû dims anî û xiste navê, danî li berî, kur dîsa giriya giriya, diya xwe re got;
“Dayê vî dims û mastê ji nav hev qetîne, dimsê carekê dî derine, ez dims û mast nav hevdu de naxwim.”
Wê çaxê mêrê wê jî xwe cihekî xef kiriye, guhdariya wan dike. Rabû diya wî got;
“Law, ez serê xalê we bikim, ku nadime malê dinyayê, ew dims û mastê ku ketiye nav hevdu îdî ji nav hev dernakeve, dixwî jî bixwe naxwî jî nexwe!”
Jinikê ku cara wisa got, mêrê wê hat li ba wan, rûyê jina xwe maçê kir (çûye jin jî xwestiye), rûnişt kete nava fikran, ji ber xwe de got;
“Ya Rebbî, nexwe jina min ker û lal nîn e, ez ê çibikim, ava min jin jî xwestiye...”
***
Sê roj çar roj tê de çû, merikê ji ber bêçaretiye çû jina xwe ya taze bîne, lê dîsa jî jina wî li derve kesî re mijûl nabe.
Mêrikê çend hebek da peşiya xwe, çû jina taze anî, hatin ku wekî di pozikê (1) gund de xuya bikin, jinkekê weka ji yê mala mamê Dawid (2) were serbanê poz, jina ku li gund de weka ker û lal tê zanîn re gazî kir, jê re got;
“Heyla kerê kerê lalê, Xêliya kerê hatiye dora malê, kela girarê çû newalê, golik mijiya derê malê.”
Jinika xwediyê du kur û heft birayan jî derdikeve derva, difekire ku dengek tê, dîsa jinika serbanê pozik gazî dike, weka gavek bere jê re gotibû dîsa dubare dike;
“Heyla kerê kerê lalê, Xêliya kerê hatiye dora malê, kela girarê çû newalê, golik mijiya derê malê.”
Jinikê jî vê li xwe neda û ji wê jinika cînarê xwe re got;
“Ez ne ker im ne lal im, ez xwişka heft bira me, hema ez şîretê dê û bava me.”
Çîroka me çû li nav deriya, rihmet li dê û bavê me hemûya.
1- Ji cihekî gundê me re tê gotin.
2- Navê cînarekî me ye.