Diyarname
Li Taxa Alsancak a Etîmesguta Enqereyê êvara 31'ê gulanê saet li dor 22.30'yan ciwanekî bi navê Bariş Çakan (20 salî) ku ji Patnosa Agiriyê bû ji ber ku bi kurdî li muzîkê guhdarî kir hat kuştin. Komek ji sê kesan pêk hatî bi kêran êrîşê Çakan kir û ew kuşt. Bavê wî ji bo AA'yê gotiye ne ji ber kurdî ye. Walîtî daxuyaniyeke din dide. Kalê zarok dibêje "Keça min gotiye ji ber kurdî ye."
Destpêka bûyerê
Li gor nûçeya Emrullah Acar a di Ajansa Mezopotamyayê de kesên êrîşê Çakan kirine û ew kuştine sê kesên ji Yozgat, Kirikkale û Tokatê bûne. Dema Çakan dane ber kêran derb li dilê wî ketiye û miriye. Êrîşkar hatine binçavkirin.
Pismamê wî Dogan Çakan gotiye berê ew jî ji ber li muzîka kurdî guhdarî kiriye rastî êrîşê hatiye.
Cenazeyê Çakan rakirine Nexweşxaneya Taybet a Etimad û îro dê bê definkirin.
Ajansê paşê dîsa nûçe belav kir û diyar kir ku pismamê wî Çakan twittera xwe girtiye, lê gotina kalê wî ku dibêje, "Keça min ji min re got, belê neviyê min ji ber kurdî hatiye kuştin." Li aliyê din pismamên wî jî heman tiştî dibêjin. Bav cuda diaxive.
Walîtî daxuyanî da
Bi ser belavbûna agahiyan re Walîtiya Enqereyê îro daxuyaniyeke zêde tişt jê nedihat fêmkirin belav. Walîtî îdîa dike ku mesele ne kurdî ye, lê dema mela bang dide yên li nav erebeyên bi dengek bilind muzîk guhdarî dikir, yê kuştî û hevalê wî yê pêre gotiye deng bibirin û pevçûn derketiye holê. Wan ew daye ber kêran.
Bavê kurik ji bo ajansa dewletê Anadolu Ajansi (AA) axiviye û dibêje "Kurê min ji wan re gotiye mela bang dide, dengê muzîkê bibirin, wan jî gotiye tu misilmantî hînê me dikî û ew dane ber kêran."
Li aliyê din îro piştî nîvro cenazeyê Çakan li Goristana Elvankentê hat definkirin.
Gotina dawî:
Mesele hinek tevlihev be jî kurdekî li taxê ji aliyê sê kesan ve bi kêran hatiye kuştin. Ew kurd ku malbatê nav lê kiriye "Bariş" (Aştî). Heta Îro nehatiye dîtin kesek ji ber gotiye 'dengê muzîkê kêm bike, mele bang dide' hatibe kuştin.
(Îro saet 17'an de ev nûçe hatiye nûkirin)