Înce Memed Mir..!
Behlûl Zelal
Li ser xaka Anatoliyê, li herêma Çukurovayê, di dema zilm û zora dijwar de, mirovek hebû. Hinan digot ev mirovekî kurd e, hinan digot nîjada wî ne diyar e. Bila ne diyar bûya û bila diyar jî nebe, nijad û netewa wî mirovî. Tiþta ku Înce Memed kiribû Înce Memed û bûbû kirûyeke balkêþ û birûmet di nav gel de, ne nijada wî û ne jî erdnîgariya ku li ser jiyabû jixwe.
Ew mirov bû. Mirovekî birûmet. Rûmeta wî ji dijberiya wî ya li hemberî zilmê dihat. Bejin bilind û qeþeng. Zexim û bikêr. Lê bejna bilind jî, bikêriya wî jî, xweþikahî û qeþengiya wî jî bawer dikim ji helwesta wî ya li hemberî zordestiyê dihat. Tiþta ew kiribû wêrek jî ew bû. Tiþta ku navê wî li dinyayê bela kiribû jî.
Li hemberderketina zilmê, li her dera dinyayê mirovî xweþik dike. Ku mirov li hemberî zora zilmê têbikoþe xweþik dibe û jixwe yê xweþik jî li her derê dinyayê mehbûbê li ber dilan e. Mîna Ernesto Che Guevara, mîna Robin Hood, mîna Çakiciyê Egeyê, mîna Koroglu, mîna Pîr Sultan, mîna Bedreddîn û mîna gelek ciwanmêrên hêja yên di dîrokê de bûne stêrkên zera zêr. Û mîna Înce Memedê hemdem Îsmail Beþikçi, mamosteyê zer. Zera zêrîn.
Ne pir, berî bi çend salan dewletên ewropî jî nola Komara Tirkiyeyê xelat dabûn birêz Beþikçi, (Hewl dabûn ku bidin) lê mirovê delal xelatên wan dewletan wernegirt. Digot hûn hevalbendên dewletên zalim in, hûn bi hemû derfetên xwe alikariya dagirkerî û zordestiyê dikin. Hûn destên mirovan girê didin û kûçikan ber didin kolanan (li taxên belengazan). Hûn destgiriyên zaliman û neyarên bindestan in. Nabe ku ez xelatê ji destên we werbigirim. Heke ez bigrim, ez ê jî bibim wekî we û hew....!
Lê de ka binêrin li tofanê. Ku sed salî em biramana tiþtekî wiha malxirab nedihate bîra me. Birêz Yaþar Kemalê ku digot (ku me digot) dostê bindestan û dijberê zordestan e, ku me digot ew afîner û bavê lehengên serbilind e. Ew hêlîna wêrekî, egîdî û rûmetê ye. Ew bavê sembola vejînê ye. Ew xwediyê pênûsa xweþikahiyê ye...
De ka binêrin gelî mirovan, çi dibêje bavê peyvê, hosteyê pênûsê, keliha rûmetê, binêrin çi dibêje. Li ser xelata ku ji hêla Serokomarê Tirkiyeyê ve dê bidin wî wiha gotiye.
“Ez dixwazim vê xelatê wekî îþareta ku li Tirkiyeyê ew rawesta siyasî pêk bibe ku rê li ber aþtiya civakî û têkoþîna mafê mirovan vebe.”
Rast e tu dixwazî birêz. Ma heta niha kê nexestiye. Dev ji xwestinê berde, ma tu nizanî ku heta niha çi qas can ketine bin axa sar, çi qas can ketina nav agirê dojehî. Çi qas talan û þewat, çi qas kul û keder, çi qas birîn vebûna di dilê zêrên zer.
Na mamoste na. Bi sedan, bi hezaran caran na.
Ma serokomar zagona vebûna enstîtu û kursiyên zanîngehan yê zimanê kurdî û zimanên din þanenav kiribû,
Ma qîrqîra zarokên kurdan bi zimanê kurdî ji hewþên dibistanan ber bi guhê te ve ketibû,
Ma nifûsmidûriyeta Bajarê Agirî tu vexwendî bajêr kiribû û dixwest nasnameya te ya ‘kurd’ bi destên xwe pêþkêþî te bike da bi vê yekê serbilind bibe li nav kurdan,
Yan te wê roja ku ev xelat qebûl kir xewneke pir þîrîn dîtibû mamoste, ji kerema xwe re bêje, çi bi te hatibû...?
A te çi bû, ez nizanim lê þevê din min xewnek dît. Mirovekî qeþeng û serbilind, tivinga wî ya bi çaplî li milê wî, gule li ber singa wî çep û rast rêzkirî, çaroxên wî pînekirî, simbêl zirav û rû xweþ, temen dida haziran. Min got gidî ev ciwanmêr kî ye gotin tu sax, jê re digotin Înce Memed. Meleyekî çavbeloq ku diþibiya yekî ji bazirganên aliyê Kayserî, min got, ew melayê ku terqînê dixwîne kî ye? Gotin, ew jî mele Evdila jê re dibêjin, li gorî gotinên xelkê, bav û kalên wî qelþên azmanan bi derziya pirka xwe dirûtiye...
***
Nivîsên Behlûl Zelal ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Welatek
- Masiyên Tî
- Helwesteke rasteqîn, pêwîst û derengmayî
- Komeleya Badek û zîziya dil