Diyarname
Doza ku der barê Şaredarê Sûrê û Şaredarê Bajarê Mezin de li ser pirzimanî hatibû vekirin betal bû.
Di sala 2007'an de Şaredariya Sûrê xizmeta pirzimanî dabû dest pê kirin. Şaredarî êdî her karê xwe wê bi pirzimanî bimeşanda. Li ser vê yekê de barê Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, endamên Meclisa Şaredariyê ya sûrê û der barê Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr de doz hatibû vekirin.
Danişîna dozê îro li 2'yemîn Dadgeha Asliye Cezayê li dar ket. Di danişînê de Şaredar Demirbaş û endamên meclisa şaredariyê yên ji kar hatibûn girtin beşdarî amede bûn.
Dozger ku mutalaya xwe pêşkêşî dadger kir, diyar kir kur "Şaredariya Pirzimanî" ne muxalefeta li hemberî Terfên Tirk a Xala 222'yan ya TCK'ê (Zagona Cezayê ya Tirk) ye, têde sûc nîn e û xwest doz betal bibe.
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara betalkirina dozê da.


