Rojnameger Rewşan Deniz bi nivîskarê kurd Yaşar Aslan ê girtî re peyivî. Aslan di vê hevpeyvînê de dibêje, dilsoziya bi zimanê dayikê re bi serê xwe berxwedan e, û tercîha xwe ya nivîsandina bi kurdî tîne ziman.
Yaşar Aslan pêşî bi pirtûka xwe ya pexşanê ya çîrokan a bi navê "Rengbêj" derket pêşberî xwendevanên kurmanciyê, paşî jî ji bo rêhevalê xwe yê di zindanê de jiyana xwe ji dest dayî "Sergovend: Lênûska Aram" nivîsand.
Aslan balê dikişîne ser girîngiya kêliyê û bîra mirovan û dibêje: "Berê, salên, 1980-90´î de me digot, 'rê û resma mirovên kal û pîran divê bêne nivîsandin ew bîra civakê ya zindî ne.' Ev rewş ji bo mirovên têkoşînê ya roja me ya îro bêhtir lê ye. Di nihayê de di ´kêlî´yê de dîrok vedihewe. Şahid -qehremanên wê nenivîsin jî divê ev bên nivîsîn. Pêdiviya me bi mînakên dîrokê yên zindî bi belgeyên wê heye."
Li ser minaqeşeyên li ser kurdiyeke standart jî Yaşar Aslan dibêje, "Bi ya min helwesta 'em divê zimên bikin standart, çawa spaniyan zimanê Kastîlyayê, îngilîzan ê Londonê, tirkan zimanê Stenbolê esas girt û ziman bi pêş xistibe, em jî zimanê Amedê yan jî yê Hewlêrê esas bigirin û dihevgihiştinê mîsoger bikin' helwesteke şaş e. Ev têgihîştina dewleta netewe ya qirker bi xwe ye. Ev helwest zindîbûna peyvan dikuje. Rihekî her peyvekê heye. Nabe ku em peyvan bineqînin."
Li ser nivîsandina bi zimanê dayikê û nexasim jî ji bo kurdan bi kurdî, Yaşar Aslan dibêje, "Ji ber ku ez rast nabînim, em bi zimanekî bi darê zorê bi me dane fêrkirin, wêjeyê bikim, bi kurdî dinivîsim. Helbet em dibînin ku ew hevalên li derveyî zimanê xwe yê dayikê berheman diafirînin, hewl didin bi rengê 'zimanê wêjeyê, fikr û hestan çênabe' teoriya vê helwesta xwe bi pêş bixin. Ne mumkin e mirov ecêbmayî nemîne. Dema em berê xwe didin dîroka wêjeyê, em wan kesan dibînin ku tevî ku bi îngilîzî dizanin bi israr bi yîdîşî nivîsîne, tevî ku bi spanî dizanin bi katalanî, tevî ku bi fransî dizanin bi baskî bi israr nivîsîne û yên din jî hene. Hewldana hinan ji van nivîskaran bi Nobelê jî hatiye xelatkirin."
Ji Yenî Ozgur Polîtîtayê hatiye girtin


