Yekîtiya Werzîşê ya bajarê Helebê ji bo 17'emîn salvegera Serhildana Qamişlo, tûrnûvayeke futbolê bi beşdarbûna 8 tîmên futbolê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê organize kir.
Tûrnûva bi diruşma "Werzîş me kom dike û fitneyê di navbera me de çênake" da dest pê kirin.
Maça yekemîn di navbera tîmên Avrîn û Berxwedan de li stada Şehîdên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li taxa Seken Şebabî hate lîstin. Tîma Avrîn bi 5-1 bi ser ket.
Turnuve heta 30'yê adarê dê bidome
ANHA