Diyarname
Li Avustralyayê ev girtîgeha ku demek ji bo girtiyên sûcdarên giran dihat bikaranîn niha guhartin û kirin oteleke luks.
Mijara me Girtîgeha Pentridge ye ku di sala 1851'ê de hatiye çêkirin. Ji bo girtî nereven dîwarên wê xurt çêkirin ku di dema çêkirinê de gelek zehmetî kişandine.
Dirêjiya korîdoran dor 6 kîlometreyî ye. Ev der dor 150 salan wekî girtîgeh hat bikar anîn.
Yek ji girtiyên herî xedar ê ji Avustralyayê Ned Kelly jî di vê girtîgehê de mabû. Kelly di pevçûna ligel polîsan de yêlekê ji pola li xwe kiribû û bi vê yekê dihat nasîn.
Ev girtîgeha navborî di 1'ê gulana 1997'an de bi awayekî fermî hat girtin. Heta girtîgeh bû bi navên wekî "Koleja Bluestone", "Koljea Coburg", "Kolejî Zanînê" jî dihat bi nav kirin.
Nexweşxane piştî restorekirinê serê vê mehê wekî oteleke luks, restorand û cihê şahiyê hat vekirin.
Piştî 150 salên girtîgehê niha ji bo mêvanên nû wekî cihê şahiyê dê xizmetê bike.
Dîwarên wê gelek qewîn bûn. Korîdorên wê gelek dirêj...
Hundirê wê gelek luks çêkirine.