LUQMAN GULDIVÊ / KOLN
Beriya sersala bihurî bi çendekê bû. Berêvarkî bûm mêvanê Mizgîn (Qedrî) Can. Êdî têra xwe kal bû. Emrek bi xwendin, memûrî û têciriyê bihurandibû. Êdî hêz û taqata wî nebû gavan bi rehetî biavêje. Hevjîna wî nexweş û gêrkirî bû*. Lê hermetê razî bû ez biçim serdanê. Di dema sohbeta me de ew jî tevde guh bû.
Mizgîn Can tercîh kir ez bi almanî bi wî re bipeyivim. Ji ber wê jî hevjîna wî jî bi rehetî ji me fêm dikir.
Hermetê piştî hevdîtinê bi 3-4 hefteyan rehmet kir û çû ber dilovaniya Xwedê.
Axir ez ê ji we xef nekim. Niyeta min ew bû ku ez agahiyan li ser bavê Mizgînî, Qedrîcan berhev bikim, belkî hin belge, destxet û wêneyên kêmdîtî jî nîşanî min bida, Mizgîn Can. Lê wî zûzûka ev xweziya min di qirika min de hêla: Qedrîcan li nav malê zêde nedima û kêm serpêhatiyên behsa wan bike, hebûn. Herçî belge û wêne ne jî, dabûn lêkolerekî da ku “xebateke baş” li ser Qedrîcan derêxe holê. Wî ji min re got, wî hin ji belgeyan “dan Zeynat, li Diyarbekirê, ew gelekî çalak bû.”
Mizgîn Can hingê li ser bavê xwe axaftinek amade dikir. Wî li konferanseke di salvegera mirina Qedrîcan de meha tebaxê/gelawêjê li bajarê Almanyayê Essenê ew bixwenda. Jixwe Mizgîn Can jî wê ji mêvanên rûmetê yê vê bibîranînê be û bibîranîn jî ya salvegera 50’ê ya wefata Qedrîcan (Tebaxa 1972’an) de be. Ji ber wê jî xasma bi erebî metn li ber wî bûn. Lêkolîneke li ser Qedrî Cemîl Paşa ya ku Prof. Izeddîn Resûl nivîsandî, ew ê ji bo axaftina xwe bi kar bîne.
Mizgîn ji 43 salan ve li Almanyayê ye. Beriya wê ew li Wezareta Çûnûhatin û Veguheztinê ya Sûrî deh salan karmend bûye. Li malê bi tirkî peyiviye, lê aliyekî dayika wî jî Çerkez e. Li dibistanê hînî erebî dibe. Piştî dibsitana amadeyî diçe paytexta Rûsyayê Moskovê, li wir dibistan û zanîngehê dixwîne û helbet hînî rûsî dibe. Ew beşa muhendiya mekîneyan diqedîne. Li Almanyayê jî hînî almanî bûye.
Kurdî ji kê re tirkî ji kê re
Lê halê kurdî çi bû? Na, Qedrî Can zarokên xwe zêde hînî kurdî nekiribûn, ew bi erebî û zimanên li dibistanê û tirkî mezin bûbûn. Esas ev agahiya destpêkê agahiya herî muhim bû ku li ser wî şairê kurmanciyê hîn dibûm. Bivê nevê jî ez li bersiveke pirsa li wî rehmetiyî geriyam:
Heger tu zarokên xwe jî hînî kurdî nakî, ji bo çi te helbestên şoreşgerî nivîsîn ku bi kurdî bang li wan “feqîrên” kurdan kir?
Mizgîn Can û zarokên Celadet Bedirxan jî hatine cem hev, Mizgîn Can tîne bîra xwe ku ew û zarokên Celadet jî bi hev re bi tirkî peyivîne. Ji xwe ji ber vê agahiyê, min “feqîrên” kurdan li jor nivîsî. Lewma ji bo malmezinên wan dinya û rewşa wê, hal û wextê wan ê civakî yeke din bû û nedikete ber sifetê “feqîran”.
“Bîra Qederê” jî bi tu awayî nabe trajediyeke ku Celadet bike ji “feqîran”.
'Gunehê bavê min bû'
Min pirsa kurdî nexasim ji Mizgîn Can kir û wî wiha li min vegerand: “Ez pir kêm hînî kurdî bûm. Bi ya min ev gunehê bavê min bû. Wî em hînî kurdî nekirin. Wî timî digot, 'ez ê we bişînim El-Cezîre** li wir kurd hene, hûn dikarin li wir hîn bibin.” Lê ev yek wê hîç pêk nehata. Gava Qedrîcan wefat kir - bi carekê bi celtê sala 1972’an - Mizgîn 28 salîbû û ew çûna “El-Cezîre” pêk nehatibû. Tenê gava ku leşkerî kiriye li Helebê, hefteyekê ji bo izna xwe çûye mêvandariya bavê Hemed Suwêyş, Salih Şuwêyş a li Amûdê. Xwişka wî Şêrîn Can jî wezîfeya xwe ya bijîşkiyê 3 salan li Amûdê kiriye û paşê li Şamê hatiye wezîfedarkirin. Min jê pirsî ka ew dizane çima bavê wî bi zarokên xwe re neçûye Cizîrê:
“Min jî hez dikir bizanim. Lê esas, ew pir kêm li mal jî bû. Ew timî li derve bû. Ji ber wê pir kêm li cem me ma.” Mizgîn Can bi xwe hewl daye hînî xwendina kurmancî bibe: “Min kitêb jî ji Bakur anîn. Lê heta niha min bi ser nexist; 'Kurmancî hindik dizanim'.”
Jixwe, Qedrîcan wekî zimanê giştî yê malê jî tirkî bi kar aniye: “Bi me re yanî bi zarokên xwe re herî zêde bi tirkî dipeyivî. Zimanê giştî yê malê tirkî bû. Celadet Bedirxan hevalekî baş ê bavê min bû. Me jî zarokên Celadet, Cemşîd û Sînemxan carinan didîtin. Em bi hev re bi tirkî dipeyivîn.”
Ji rabihuriya xwe nepeyiviye
Qadrîcan ne tenê kurdî hînî zarokên xwe nekiriye. Wî yekser behsa rabihuriya xwe jî nekiriye ji zarokên xwe re. Ji sohbeta bi Mizgîn Can re jî xweşik lê serwext nabim, çima. Mesela behsa Xoybûnê nekiriye. Mizgîn Can ji kitêban meseleya Xoybûnê û cihê bavê wî tê de xwendiye. Bi gotinên Mizgîn Can, “Xoybûn hingê mijareke kevin bû.”
Lê mêvanên ku li malê hewandine tên bîra Mizgîn Can: “Gelek mêvan ji Cizîrê, Başûr, ji Bakur dihewandin.”
Gelo Cegerxwîn bû mêvanê wan: “Hev du nas dikirin. Lê nebû mêvan.” Ji Cizîrê bi xwe ji mala Haco gelek mêvan hewandine: “Haco Axa, birayê wî Ekrem, yê din Behrem. Sala 1969’an, 1970’yî.” Lê axaftinên dema mêvandariyê bala Mizgîn Canê hingê 15-16 salî nekişandine.
Ji mêvanan re helbest dixwendin
Pirsên li ser bibîranînên kurî li ser bavî, didin dûv hev: Gelo Qedrîcan ji zarokên xwe re helbestên xwe xwendine? “Na, lê ji mêvanên xwe re dixwendin. Nexasim jî helbestên xwe yên nû. Lê mixabin kurdiya min têra min nake, ez karibim kite bi kite ji wan fêm bikim.” Gelo hîç helbestek jî wernegerand erebî ji bo zarokên xwe? “Na, nexêr! Bi me re ew pir kêm li ser karê xwe yê edebî dipeyivî. Wî behsa karê xwe jî nedikir. Bi piranî me ji xelkê dibihîst.”
Gelekî hay ji Bakur hebû
Bi qasî ji sohbetê fêm dikim. Elaqeyeke xurt a Qedrîcan ji bo meseleyên li Bakur hebûye. Li malê kitêb, rojname û weşanên bi tirkî hebûn “Helbet” hebûn. Ji xwe mêvanên wî yên ji Bakur jî hebûn. Bi vê em fêm dikin çima ew “Bi mêvanan re bi kurdî jî, bi tirkî jî dipeyî.” Ev aliyê Qedrîcan, yanî elaqeya ji bo Bakur bi Mizgîn Can re jî maye: “Ez niha jî bi tirkî dixwînim. Nexasim nivîsên Ocalan di rojnameyan de.”
Dostên Qedrîcan
Li ser nas û dostaniya Qedrîcan jî bi qasî di wî halî de mimkûn min pirs ji Mizgîn Can kirin. Herî li pêş Celadet Bedirxan hebû: “Bavê min havînan li gundekî dima. Havîngeha wî bû. Li wir ew pê ilam bû ku Celadet wefat kiriye (15’ê Tîrmeha 1951’ê li Şamê). Ew hema di cih de çû Şamê. Ew dostên hev ên gelekî baş bûn.”
Memdûh Selîm ji bo malbatê gelekî muhim bû. Gava ku Qedrîcan dikeve hepsê, ew alîkariya pere dide malbata Qedrîcan: “Memdûh Selîm gava bavê min kete hepsê, bêyî ku li benda tiştekî bimîne, bêyî ku were ji me bipirse, wî pereyên lazim dan me. Ew mirovekî gelekî çê bû.”
Ew bi Qedrî Cemîl Paşa re hevalekî baş bû. Ew bi kurê Qedrî Cemîl Paşa, Fuad Cemîl re jî hevalekî baş bû.
Îfadeya Osman Sebrî li ser Qedrîcan
Gelo Mizgîn Can, Osman Sebrî dîtiye, “Erê, lê ew nebû mêvanê me. Ji ber îxtîlafên siyasî bi bavên min re. Ez dizanim kêm jî be wî û bavê min hev ditîne. Bavê min behsa wî nedikir. Lê carekê wî belgeyeke ji dadgehê nîşanî min da. Belgeyeke ku diviya li derveyî mehkemê nebe, bavê min bi dest xistibû û tê de îfadeya Osman Sebrî li ser bavê min hebû. Ez 14-15 salî bûm. Tê bîra min hingê min ev hevok tê de xwend: 'Wî [Qedrîcan] partiya xwe damezrandiye da ku şerê komunîstan, komunîzmê bike.' Wî ev ji bo bavê min gotibû.”
Mizgîn Can dibêje, Qedrîcan tu carî nebûye endamê Partiya Komunîst. Lê ew agahiyên di bibîranîn Cegerxwîn de gava bi bîra wî dixim ew dibêje: “Ez pir baş dizanim ku ne Cegerxwîn, ne Osman Sebrî û ne jî bavê min ne komunîst bûn. Lewma ez komunîst bûm di ciwaniya xwe de û dizanim ew bi rastî ne komunîst bûn.”
Hevdîtina bi Kamûran Bedirxan re
Min Kamuran Bedirxan li Parîsê carekê dît. Ez wekî wezîfedarê hikûmetê gava ku li wezaretê min kar dikir, çûm Parîsê. Sala 1973’yan bû. Memdûh Selîm qewêtî li min kir ez peyamekê bidim wî. Ez çûm mala wî.
Telefona wî Memdûh Selîm dabû min. Saetek û nîv du saetan dewam kir. Hemû jî li ser tiştên taybet ên malbatî bûn. Me behsa tiştên din nekir. Ez ê li vir behsa wê nekim.
Kur û bav bi Nazim Hikmet re
Mizgîn Can behsa wê sefera ku Qedrî Can gelekî behsa wê dike ya Moskovê jî dike. A ku bi boneya Festîvala Ciwanan a Navneteweyî pêk hatiye. Ew sefera ku Qedrîcan helbestên xwe “Ez diçim Mosko”, “Begê axir zeman”, “Rêya Teze”, “Gula sor” di deftereke piçûk de dide Qanatê Kurdo. Lê diyar e, Qedrîcan li malê bêhtir behsa hevdîtineke din kiriye. Ya bi şairê tirk Nazim Hikmet re: “Ji bilî Barzanî wî şairê tirk Nazim Hikmet dît. Wî li ser şerê Mela Mistefa şiîrek [behsa Serdarê kurdan … Berzanî dike] diyarî Mela Mistefa kir. Ew hevdîtineke germ bû. Wî kite bi kite behsa wê dikir. Wî ji mêvanên xwe re jî behsa hevdîtina xwe ya bi Nazim Hikmet re dikir. Ji wir bi ber guhê min ketiye ku ew bi Nazim Hikmet re li ser têkoşîna miletê kurd peyivîne, nexasim jî li ser kurdên Tirkiyê peyivîne. Min jî Nazim Hikmet dît. Ew li zanîngeha min, mêvan bû. Piştî ku wî gotara xwe pêşkêş kir, me çend hevalan li zanîngehê sohbeteke kurt kir. Li ser reva xwe ya ji hepsê peyivî. Min kite bi kite behsa bavê xwe kir û min behsa ketina wî ya hepsê kir. Qedrîcan hate bîra wî. Wekî din bavê min helbestên wî wergerandin erebî û ew di rojnameyên erebî de derçûn. Min bi xwe didu di rojnameyan de xwendin.”
Lê ji bilî Barzanî û Nazim Hikmet xuya ye, Qedrîcan zêde behsa hevîdtinên din ji mêvanên xwe re nekiriye.
Ji bo dîtina Qenatê Kurdo, em dizanin ku wî telgrafek jî ji Odesayê ji Qanatê Kurdo re şandibû da ku hev li Moskovê bibînin.
***
* Hevjîna wî piştî hevdîtinê ne bi gelekî ji ber nexweşiya pençeşêrê wefat kir. Hevjîna sisiyan a Mizgîn Can bû. Ew ji Humsê bû û li sefareta Sûrî ya li Almanyayê kar kiribû.
** Malbat li paytexta Sûrî Şamê dima. Birayekî Mizgîn ê din heye, ew beriya bi bêhtirî deh salan çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwişkeke wî -Şêrîn Can jî hîna li Şamê dimîne. El-Cezîre jî ji Amûdê heta bi Dêrikê heta digihîîje sînorê Başûrê Kurdistanê ye û navenda wê ya îdarî di dema rejîmê de Hesekê bû.
Yenî Ozgur Polîtîka