Diyarname
Vîrusa koronayê ne tenê derbe li mirovan dide, li saziyan, li aboriyê, li çapemeniyê jî dide. Vê vîrusê kir ku 4 weşanên kurdan weşana xwe ya çapkirî bidin rawestandin. Zrîng, Xwebûn, Yenî Yaşam, Yenî Ozgur Polîtîka ji bo demek dê neyên çapkirin.
'Xwebûn'ê vê hefteyê biryar da
Herî dawî Xwebûnê vê hefteyê biryar da ku dê ji bo demek çapa ser kaxiz bide rawestandin û wekî PDF ji ser malperê re bê belavkirin. Rojnameyê piştî ragihandiye dê wekî online weşanê bikin wisa gotine: "Her wiha ji bo arşîva rojnameyê û ji bo kesên ku dixwazin halê kaxiz bi dest bixin û yan jî ji xwe re arşîvan çêbikin, em ê hejmareke kêm li matbaayê çap bikin. Em ê rojnameyê mehê carekê yanê 4 hejmaran bi kargoyê ji xwîneran re bişînin. Kesên ku dixwazin rojnameyê mehê carekê bi giştî bi dest bixin divê nav, paşnav, navnîşan û telefona xwe ji maila me; rojname@xwebun.org re bişînin.
Zrîngê meha çûyî biryar dabû
Kovara Zrîng ku mehane derdiket roja 25'ê adarê ragihand ku meha avrêlê/nîsanê dê neyê çapkirin. Ji ber ku kes nikarin derkevin derve, ji pirsgirêka belavkirinê kovarê ev biryar girt û got ku di dema pêş de ewê dîsa kovarê derxist; ew kovarê nagirin, navberê didin.
Polîtîkayê weşan rawestand
Rojnameya kurdan a bi tirkî Yenî Ozgur Polîtîka ku li Ewropayê weşanê dike roja 2'yê avrêlê ragihand ku ji ber tehdîda vîrusê ewê ji bo demekê weşana xwe ya çapkirî bidin rawestandin. Rojnameyê gotine ewê wekî online weşana xwe bidomînin û dema rewş baş bibin ewê dîsa dest bi weşana xwe ya çapkirî bikin. Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka ku ev 25 sal in weşanê dike û bi tirkî weşan dikir, van salên dawî beşa wê ya bi kurdî jî hebû û her wiha ligel vê paşgoya bi kurdî jî çap dikir.
Yenî Yaşamê jî çap da rawestandin
Rojnameyeke din a kurdan Yenî Yaşam ku li Tirkiyeyê bi tirkî weşan dikir roja 25'ê adarê ragihand ku ji ber rewşa vîruso koronayê ewe ji bo demek weşana xwe ya çapkirî bidin rawestandin.
Rojnameyê gotiye ewê ji ser rûpela xwe ya înternetê re weşana xwe bidomînin û wisa gotine: "Emê dest ji kevneşopiya çapemeniya çapkirî bernedin. Dema rewş guncan bibe emê ji nû ve û vê carê xurtir derkevin pêşberî we. Zarokên Apê Mûsa qet xatir naxwazin; karê me yê sereke 'merheba' ye. Ev yek dê zêde nedome."


