Diyarname
Xwendekar û mamosteyên beşa Kurdolojiyê yê Parîsê ji bo nasandina perwerdehiya kurdî rojeke çalakiyan li dar dixin.
Roja 12'yê berfanbarê (12.12.2008), li INALCO'yê (Institut National de Langues et Civilisations Orientales), dê xwendevan û mamoste perwerdehiya kurdî bi kesên eleqedar bidin naskirin û pirsên wan bibersivînin.
Îsal nêzî 20 şagirtên vê beşê hene û armanca vê rojê ew e ku beşa kurdî bi derve bide naskirin. Lewre ji şagirtên ku tên diyar dibe ku ev beş zêde nayê naskirin.
Wekî ku tê zanîn, INALCO beşeke Zanîngeha Sorbonê ye ku zimanên rojhilatî lê tên perwerdekirin. Di nava beşa Zimanên Îranî de, beşeke kurdî jî heye ku mirov dikare heta masterê jî pê bixwîne û dîplomayên lîsans û masterê jê werbigire.
Di vê beşê de dersên sereke gramer, axaftin û nivîsandina du zaravayên kurdî yên sereke (kurmancî û soranî) ne, lê di ber re dersên wêjeya kurdî ya devkî û ya nivîskî heta bi romana kurdî jî tên dayîn. Di ber van dersan re şagirtên beşa kurdî, dersên dîroka Rojhilata Navîn û coxrafyaya wê jî werdigirin. Armanca vê beşê ew e ku alîkariya wan kesan bike ku dixwazin bi zimanê kurdî bixebitin an jî lêkolînan bikin. Heta niha gelek lêkolîner û siyasetmedarên ewropî di vê beşê re derbas bûne.
Wekî ku tê zanîn, kesên mîna Kamûran Bedirxan, Abdulrehman Qasimlo û Joyce Blau li vê beşê mamostetî kirine. Niha jî mamosteyên beşa kurdî ev in: Helkewt Hakim, Îbrahîm Seydo Aydogan, Şivan Cafer, Xusro Abdollahî, Bawer Okutmustur, Gérard Gautier.