Diyarname
Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê dosyaya xwe ya vê carê li ser "Di çarçoveya Sûriyeyê de nîqaşên 'çareserî'yê" amade kiriye.
Kovara Dilopê hejmara xwe ya 37'an a mehên rêbendan û reşemiyê gihand ber destên xwendevanan. Kovara ku her hejmarê dosyayeke amade dike di vê hejmarê de berê xwe daye meseleya Sûriyeyê û nîqaşên 'çareserî'yê yên li Tirkiyeyê didomin. Di vê çarçoveyê de Muset Yegen, Recep Maraşli, Faik Bulut, Sînan Çîftyurek û Erdogan Aydin axivîne.
50 SALIYA NIVÎSKARIYA BEREH
Ji bo 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hevpeyvîn, nivîs û helbestek hatiye weşandin. Di vê çarçoveyê de hevpeyvîna ligel Berken Bereh ji aliyê Rêzan Diljen ve hatiye kirin. Bereh dibêje, "Helbest dê wekî siha min ligel min be!"
Selami Esen jî bi ser navê "Şiîra Berken Bereh" nivîsek weşandiye û helbesta wî nirxandiye. Her wiha di vê çarçoveyê de helbestek Berken Bereh hatiye belavkirin.
Ji hevpeyvînên vê hejmarê yên bi tirkî Rojhat Turgut ligel helbestvan Îlhamî Samî Çomak ê 30 sal girtî mabû, kiriye.
Ji nivîsên kurdê Omer Dilsoz bi ser navê "Asinê bê esas ne dibe çakûç ne jî dibe das" nivîsiye.
Li aliyê din Yildiz Çakar, Sezai Sarioglu, Fewzî Bîlge, Mehmet Orhan, Buse Vurdu, Zafer Yoruk, Kemal Înal, Bêrîvan Matyar bi nivîsên xwe; Dr. Eskerê Boyîk, Berken Bereh, Uygur Orhan, Qedrî Êlxo û Mehmet Ufuk Gultekin jî bi helbestên xwe ked dane vê hejmarê.
Ji bo têkilî:
dilopdergisi@gmail.com
Web: kovaradilop.net
twitter: @kovaradilop
instagram: kovaradilop
facebook: @kovaradilop
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***


