Diyarname
Kovara Zrîng ku mehane derdikeve biryar da ku meha pêÅŸiya me dernekeve. Kovarê li ser vê yekê wisa gotiye: "Me hejmara vê mehê ya kovara xwe taloq kir. Ji bo em gelê xwe ji vê ÅŸewba vîrusa coronayê biparêzin, em mecbûr man biryareke bi vî rengî bigirin. Me dikaribû kovara xwe li malê amade bike, lê rê û rêbaza me ya belavkirinê kir ku em biryareke bi vî rengî bigirin. Çimkî em kovara xwe ne bi bayiyan, dest bi dest teslîmî we dikin an jî datînin mekanan û bi vî hawî digihînin we. PiÅŸtî vê bela û kambaxa vîrusa coronayê heger me heman rêbaz bidomanda, me yê hem tenduristî û siheta hevalên xwe yê belavkar hem jî ya xwendevanên hêja têxista talûkê. Lê em fikirîn ku heqekî me yê wiha tuneye."
Kovarê gotiye ligel vê jî dê betal nesekinin hem hewl bidin naveroka kovarê xurt bikin, hem li ser rêbazên nû hûr bibin.
Ew armanc dikin meseleya abonetî jî pêÅŸ bixin û di demên pêÅŸ de wisa belav bikin.
Kovarê bi ser hesabê xwe yê twitterê re peyama xwe ligel vê xêzê belav kiriye. Em wê xêzê jî pêÅŸkêÅŸî we dikin.