Diyarname
Erebistana Siûdî gotin neçin Tirkiyeyê. Wergêrên çînî gotin em dê betal bimînin. Vane du nûçeyên li ser tûrîzma Tirkiyeyê:
ES: Neçin Tirkiyeyê
Erebistana Siûdî (ES) ji ber koronavîrusê (Covid-19) ragihand hemwelatiyên xwe ku ne bi rêya bejahî, ne bi hewa neçin welatên wekî Tirkiye, Umman, Fransa, Spanya û Almanyayê. Yek ji rayedarên Wezareta Karên Hundir gotiye ku kesek ji van welatan yekê bê, yan berî bê ES bi 14 rojan çûbe van welatan dê negirin nava welatê xwe.
Her wiha ES'ê seferên balafirê ji bo welatên wekî Emîriya Erebên Yekbûyî, Kuweyt, Bahreyn, Lubnan, Sûriye, Başûrê Kore, Misir, Îtalya û Iraqê da rawestandin.
Werger: Emê betal bimînin
Her wiha ji Çînê gelek kesên ku dê bihatana Tirkiyeyê hatine xwe betal kir. Di sala 2019'an de 426 hezar û 344 çînî wekî tûrîst hatin Tirkiyeyê lê ji bo meha reşemiyê gelek hatin hatine betalkirin. Li ser vê yekê Dilek Gul di "euronews" ligel kesên ji bo tûrîstên çînî wergerê dikin axiviye. Ew dibêjin wisa here ewê betal bikînin.
Tirkiye ku jixwe rewşa wê zêde ne baş e, ev tiştên niha diqewimin jî dê zêdetir bandorê li tûrîzm û helbet aboriya Tirkiyeyê bike.