Diyarname
Vê hefteyê stranên me ya gelek nas, lê di heman demê de xweş, di heman demê de li ser gelek zimanan hen. Kîjan stran in ev? Strana 'Emîne' ye ev. Paşê? Paşê "Hawer lê" ye, "Xeyrîye" ye. Ev û ên din ji herêma Kobanî hatine û ketine ser zar û zimanê me. Heta niha gelek stranbêjan ew strane. Niha wekî xebateke taybet li pêşberî me ne.
Bi navê "Stranên Folklorê yên Kobanî" ev stran hatin xwendin û ji bo vê klîbek hat kişandin. Gotin û muzîk ji Mihemed Xelîl Xazî (Hemê Dûman) û Hafizê Kor girtine û dîmenên van her du hunermendan ên arşîvî jî di klîbê de bi cih kirine. Vê yekê rewş xweşiktir kiriye.
Çand û Hunera Baqî Xido – Mala Dengbêjan bi Alîkariya Yekîtiya Hunermendên Kobanî, Navenda Hîlala Zêrîn ev stran strîne û klîb kişandine. Derhêneriya klîbê Osman Kobanî kiriye.
Niha vê klîbê em wekî Klîba Hefteyê hildibijêrin û pêşkêşî we dikin.
Kerem bikin...


