Sirri Sureyya Onder
Şeb-î yelda, tê wateya şeva herî dirêj. Ji bo nîvkada bakur, 21’ê berfanbar e. Ji vê rojê şûnde, şev kin dibin. Roja ku şev û roj (beyanî) wekî hev in, roja Newrozê ye. Ango 21’ê Adarê.
Kurd di serî de; roşana gelek neteweyên Rojhilatê ye. Ji bo gelên din, tenê tê wateya hatina biharê lê ji bo kurdan ji vê bêtir e û wateya siyasî dihundirîne. Di heman katê de, dîroka serhildana bi pêşengiya Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqê Zalim e.
NEWROZA SÊ NIFTIKAN
Dîrok, 21 Adar 1982... Di zindana Amedê ya bixwîn de, xortek (ciwanek) hebû. Di doza PKK'ê ya ku tê de dihate darizandin de, parêziya (bervaniya) siyasî kiribû. Ev, di şert û mercên wê rojê de, dihate wateya xwestina mirinê. Di dawiyê de, ji bo ku vîna wî bişkînin, tiştên ku bi mirovekî nedibû, pê kirin. Amed naçar (bêçare) bû, hemû cîhan jî ker...
Bi ser parêziya xwe ya siyasî; qewîtiyeke siyasî zêde kir. Sê niftikên ku di hucreya xwe de veşartibûn pê xistin. Şani hevalên xwe yên hucreya hember da. Di rastiya xwe de, ev agirê Newrozê ya sembolîk bû. Wê şevê, bedena xwe, wekî çekekê bi kar anî, di rûyê îşkencekarên xwe de werkir.
Xwe kuştibû. Ev ne xwekujî an jî çavtirsî bû. Ev nameyek bû, ji dinyaya ker û kor re nivîsandî, ji Ameda bêdeng re qîrînek bû. Di zindaneke ku jiyan kiribûne dojeh de, rûmeta mirovahiyê ji jiyanê biqîmetir bû. Ji ber vê yekê, roja Newrozê, ji bo çalakiya xwe hilbijartibû.
Navê wî Mazlûm Dogan bû...
DEV JI RÛMETA XWE BERNEDAN
Dîrok, 18 Gulan 1982... Dîsa heman zindan, dîsa bêhtir îşkence, dîsa heman ‘tune hesibandin’...
Di hucreya 33'yan de, çar xort girtî ne... Piştî ku her kes raket, bûne xelek û di nîvê qawîşê de rûniştin. Di destên wan de, sê heb niftik hebûn. Wernîka ku kevçiyên darîn pê wernîk dikirin, bi serê xwe dakirin. Wernik ser pîsiya ku bi laşê wan zeliqî bû wergirt, pîsiya ku ji çala gû ya ku her roj ew dixistinê de. Qewîtiyên xwe yên siyasî nivîsandibûn û danîbûne ber serê hevalên xwe. Sê niftik, di heman katê de pêxistin û agir dan bedenên xwe. Bêhneke giran a goşt hawîrdor wergirtibû. Dema hevalên ku şiyar bûn, av bi wan dikirin; ên ku dişewitîn diqîrîn: “Avê bi me danekin! Agir xurt bikin!” ji nav wan, ê ku navî wî Ferhat bû, mamoste bû. wêjevan bû. Ji hevalê xwe yê ku serê wî yê şewitî kiribû hembêza xwe re got; “Wê stranê bêje!" Hemû zindan, li strana kurdî guhdarî kir. Îşkencekaran jî...
Wekî mirovên ku bi bedena xwe agirê Newrozê yê virnî (derengmayî) pêxistin, ketne nav rûpelên dîroka cîhanê.
Navên wan; Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn bûn...
Amed jî, cîhan jî; agir, dû û teniya ku ji bedena wan derket nedît...
Ji dêvla ku dev ji jiyaneke birûmet berdin, dev ji canên xwe berdabûn.
KESÊN KU XWE ŞEWITANDIN
Dîrok, 21 Adar 1992... Di pîrozbahiyên Newrozê yên ku li Cizîra Botan û Şirnex pêk hatin de, polîs gel gulebaran kiribû, roşana kurdan a neteweyî bixwîn kiribûn. Ji bajarên hawîrdor, leşker anîbûn her du bajaran. Di pevçûnên ku heta 23’ê Adarê dom kiribûn de, li gorî daxuyaniyên fermî, yek jê rojnameger Îzet Kezer, (rojnameya Sabahê) pêncî û heft kes, bi awayê ku hatibûn gulebarankirin jiyana xwe ji dest dabûn.
Li ser bûyerên Cizîr û Şirnexê ku deng vedabûn, Almanya bi sedema ku gelê sivîl hatiye gulebarankirin, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestand. Dema çardeh parlementên kurd ên Partiya Kedê ya Gel (HEP), ku giliyê Tirkiyeyê li ba Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin, ji bo ku bûyeran vekolin, NY'ê komîsyonek li dar xist. Li gorî rapora komîsyonê ku di 15’ê Avrêla 1992’yan de hate weşandin, hêzên ewlekariyê, cihên ku sivîl lê diman bîst saetan bêrawest gulebaran kiribûn...
Kurdan, dema dengê zarokên xwe yên ku ji bo bêne dîtin xwe dişewitandin bihîstin, êdî wan bixwe agirê Newrozê pêdixist.
AGIRÊ KU DEWLETÊ PÊXİST
Dewlet, ji ber ku çîroka sê niftikên ku bûbûne destpêka vî agirî dizanî; ketibû nav qilqiliyê. Giregirên dewletê, bêşerm wekî ku dixwestin gulebarandinên xwe bidin jibîrkirin; digotin, “Heke pêdivî bi Newrozê hebe, wê jî em ê bikin.” Agirên sembolîk pê xistin û di ser re qevaztin. Kurd miletekî zîz e. Evdekî Xwedê, neçû temaşeya vê qeşmeriyê.
.................................
Dîrok, 21 Adar 2011.
Ez li Amedê me... Zêdeyî mîlyonekî însan hatine qada Newrozê. Agirê Newrozê, bi qasî ku ji her derê welêt xuya bike qerase bû. Piraniya wan; ciwan, keçik û jinên ji her temenî bûn.
Êdî, ji rewşa şer bêhtir wekî mîhrîcana aştiyê derbas dibe.
Diyarbekir, navê “Mazlûm” li bi hezaran zarokên xwe dikir û bi vî awayî şerma ku berê jiyabû, ji ser xwe radikir.
Wan dizanîbû ku ev pîrozbahî, bi saya serê kesên ku bi qasî ku karibin canê xwe bidin, hez ji jiyanê dikirin, pêk tên. Û Amed deyndarê wan e.
Heke, di vî welatî de, aştî pêk were, ji bo hemû mirovahiyê dê ‘Şebî- yelda’ bi dawî bibe. Dê şûna, şevên dirêj û tarî; rojên ronî wergirin.
Ji bo xatirê, bi hezaran canên ku winda bûn û çûn, bila Newroz bibe sedama vê yekê...
Roşana we pîroz be. Ango Newroz pîroz be!
Radilal, 21 Adar 2011 - Amed
Wergera ji tirkî: İsmail Dindar