Diyarname
Dawiya vê hefteyê li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol û Îzmîrê hin çalakiyên çandî hene. Me ew ji bo we dan hev. Fermo:
AMED
Panel: Girava Wergerê
Wêjegeh Amed ku her meh li ser mijarên cur bi cur panelan li dar dixe vê hefteyê nivîskar Dilawer Zeraq li ser wergerê dike mêvan. Di panela bi sernavê "Rihê Wergerê" de Zeraq dê li ser mijarê biaxivin. Panel 7'ê adarê saet 14'an de li Wêjegeh Amedê ye.
Şano: Tartuffe
Lîstika Şanoya Bajêr a Amedê a bi navê "Tartuffe" 7'ê mehê saet 19.30 de li salona wan tê lîstin.
WAN
Şano: 'Tenê Fedê"
Li Wanê Tiyatro Mencel lîstika bi navê "Tenê Fedê" yekem car ji bo Roja Jinan pêşkêş dike. Lîstika ku lîstikvana Teatra Mencel Fatma Şelen nivîsandiye êvara 7'ê mehê saet 15.00'an de tê pêşkêş kirin.
MÊRDÎN Şano: Lîstika Yenî Sahne ya bi navê "Serbaz" di çarçoveya tûrneyê de 7'ê mehê saet 19.30 de li Mêrdînê, li Zanîngeha Artûklû tê lîstin. Lîstika ku Hristo Boyçev nivîsandiye, Yakup Selîmoglu wergerandiye û derhêneriya wê kiriye.
STENBOL
Belgefîlm: Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî nîşandayîna belgefîlmê Keremo yê bi navê "Şûr û Qelem" heye. Belgefîlm qala çîroka avakirina û rêveberina Yaşam Radyoyê dike. Nîşandayîn roja 7'ê mehê saet 16'an de ye. Konser: Hunermend Aynur ji bo Roja Jinên Cîhanê li Navenda Çanda Sefakoy ku girêdayî Şaredariya Kuçukçekmeceyê ye konserê dide. Konser 8'ê mehê saet 20'an de ye. ÎZMÎR: Konser: Li Îzmîrê konsera Rewşan Çelîker heye. Çelîker 7'ê mehê li Navenda Çanda Nazim Hîkmet dê konserê bide. Konser saet 20'an de ye.
Konser: Hunermend Ruşen Alkar jî êvara 7'ê mehê saet 22.30 li Bova Sahnesî ya li Beyogluya Stenbolê ye.
Têbinî: Agahiyên nû li ser çalakiyan bên ber destên me emê lê zêde bikin