Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd, Weşanên Evrensel û Kovara Tîroj di yekemîn salvegera wefata helbestvan Arjen Arî de wî bi çalakiyeke bibîr tîne.
Çalakiya bibîranînê wê roja 27'ê mehê, saet 14.00'an de li Navenda Çanda Cegerxwîn ya li Kayapinara Amedê li dar bikeve. Kesên wekî Berken Bereh, Osman Ozçelik, Nûroj Mûnzûr, Roşeng Rojbîn, Cavit Nacitarhan û Rêdûr Dîjle beşdarî çalakiyê bibin û li ser Arjen Arî biaxivin.


