Diyarname
Di hilbijartina ji bo Serokatiya Iraqê ya di Meclisa Iraqê de Celal Telebanî careke din ji bo Serokomariyê hat hilbijartin.
Duh li Meclisa Iraqê ji bo Serokomariyê du berendam hebûn. Yek Serokê YNK'ê, berendamê kurd Celal Telebanî û yê din jî ji îtîfaqa Şiî dadger Hisên Mûsevî bû.
Di hilbijartinê de Telebanî 196 deng girt, Mûsivî jî 12, lê ev hejmar ji bo hilbijartina Serokomariyê têrê nekir. Di tûra duyem a hilbijartinê de Mûsevî berendamtiya xwe bi paş ve kişand, Telebanî jî piraniya dengan girtin û careke din bû Serokomarê Iraqê. Telebanî çar salan wê Serokomarî bike.
Her wiha ji bo Serokatiya Meclisê jî ji lîsteya El Iraqiye Ûsame Nuceyfî hat hilbijartin.
Celal Talabanî ji bo sazkirina hikumetê dê peywirê bide Nûrî El Malikî.
Li Iraqê piştî hilbijartinê ev şeş meh in ku hikumet hê çênebûye. Bi hewldana kurdan (Bi taybetî ya Mesûd Berzanî) partiyên Iraqê hatin ba hev, di nav xwe de îtîfaq çêkirin û niha jî li bendê ne ku hikumet çêbibe.


