logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Keleha Pertegê

Keleha Pertegê ya wekî giraveke sêwî di navenda bendava Kebanê de bi rikî û serbilindiya dîroka Kurdistanê serî hildaye.

  • Dîrok: 25/01/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Keleha Pertegê ya wekî giraveke sêwî di navenda bendava Kebanê de bi rikî û serbilindiya dîroka Kurdistanê serî hildaye. Ew bi vê rawestana xwe dixwaze ji me re bibêje: “Dîroka deşta Pertegê ya di bin bendava Kebanê de hatiye veşartinê, ji bîr nekin.” Her gaveke wê xakê jiyanekê, her cigehekê wê şarestaniyekê, dor her rûbareke wê mînakek ji bihuştê bû. Ew kembera Bronz a Urartuyan ya ku niha li muzexaneya Edeneyê ye û her dîtnêrî metalmahî dihêle, berhema sifira (paxir) vê xakê ye. Vê xaka pîroz û bi adan ji mirovên destpêkê, Hîtîtan, Mîtaniyan, Urartuyan, Medan û li gel wan hê ji geleke şarestaniyên din re malxwêyî kiriye.

Dijminahiya kurd ne tenê dîroka wê di bin bendavan de windakirin e. Ew tirsa derketina rastiya vê xakê û têkiliya wê ya bi kurdan re wekî dilbizdîneke kuştinê di giyana serkerên tirkan de rûniştiye. Çi bi kurdan re têkildar be, çi berhem û kavîlên ji bav û kalên kurdan mabe, hebe; yekber ji ermeniyan, frêkan, fars û asûran yan jî ji gelên din re dikin mal. Mixabin ku ev dijminahî gihîştiye qaşo lêkolînerên li ser wê xakê karkirine jî. Mînaka herî balkêş ev peyva “pert” e. Wan ev peyv wekî peyveke ermenîkî û di wateya kelehê de nîşandane. Lê em dizanin ku bi ermenîkî navê kelehê “amrots” û peyva dîwar “pat” e. Li gor zimanzanê ermenî Xiraça Açaryanê bi navneteweyî cidî tê girtin, peyva “Pert /perd” ji kurdî derbasê ermenîkî bûye û di ermenîkî de gelek caran di wateya sûr, diwar û çeperan de tê bikaranîn. Jixwe di zimanê arî de gelek peyvên ji kîteya “per” çêbûne hene. Mînak: perperik, perwaz, perdeh, perwane, perav, pertav û û. Ligel vê rastiyê li gor hin daneyên berdest “eylo” bi zimanê Urartûyan “Per – ta” ye. Yanî dibe ku ev peyva Pertegê ji vê peyva Urartûyî jî hatibe, lewre wekî remz eyloyeke reş li ser kelehê çik kiribûn. Li ser zinarê kelahê hê jî cih wê xuyaye û di Seyhatnameya Evliya Çelebî de jî heye.

Derewekî bêbinî yên qaşo lêkolînerên dewleta Tirk jî; hin peyvên dibe ku têkiliya xwe bi kurdî re hebin, yan dikin farisî, yan “eskî dîl,” yan jî moxalî û ûygûrî. Ji ber ku berê ew eyloya sembola Urartûyan li dîharê keleha Pertegê hebû, piraniya lêkolinerên wan ji bo rastiya wê poşandinê wiha nivîsîne: “Pertek peyveke Moxolî ye, tê wateya çûk, çûkê reş û eylo. Tirkên berê hatine ji ber vê ev nav lêkirine." Lê em dizanin çivîk bi moxolî “şuvuu” çûkreş = “xere” û eylo jî bi moxalî “bûrged” e. Wê çaxê pirs ev e: Kê ev nav li vê deverê kiriye. 1 – Dibe ji “per -ta” Urartuyan mabe. 2 – Berê komkujiya ermeniyan li vê devera Pêrtagê bi zêdeyî ermenî dijiyan, ji wê dibe ku ermeniyan ev peyva deynkirî “perteg” ji ber wê sûr a li dor kelehê ku bi aliyê împaratoriya Roma ve hetiye lêkirin, li vê herêmê kiribin. Kurt û kurmancî tu têkiliya xwe bi moxol û tirkan re tune.

Belê sûra li dor Keleha Pertegê di dema împaratoriya Roma de tê lêkirin, dû re bi aliyê serkariyên din ve tê restorekirin. Lê keleha bingehîn keleha navîn, ya kevn e. Lêkirina vê keleha kevn yan jî ya navîn bi zelalî nîşanê me dide ku di dema Urartuyan, hem jî di dema keyê Urartuyan key Menûa de hatiye lêkirin. Lewra Zinarên bi hostayî hatine teraştin wekî parçeyeke zinarên kewke bin, di zinarên baxir de dane rûniştin. Her wiha di hin zinaran de ew çalika wekî gulmist ku nîşaneya kelahên Urartuyan ya dema Key Menua ye jî hene. Zinar wisa dane ber hev, mirov bi zehmetî ji hev derdixe ku kevirên cuda ne. Nîşaneyake din jî di vê kelehê de jî tunêleke bi derenceyan hetanê devê çemê Arsînê diçe. Ev keleh jî li bakurê çemê Arsînê hatibû lêkirin.

Dewletê di sal 1965'an de dest bi avakirina Bendava Kebanê kir, di sala 1974'an de qedand û pêşî li avê girt. Li gor agahiyên dewleta Tirk salê 6 mîlyar kwh ceyranê dihelberîne. Bajarê Pertagê ji ber kelehê rakirin û li berpalê bakur ji nû ve avakirin. Lê di rastiyê de paşmayî, belgeh û kavîlên şarestaniyeke gelek dewlemend ya bajarê Pertagê û cigehên din di bin ava bendavê de wendakirin. Vê bendavê di warê klîmayê de jî bandoreke nerênî li hevsengiya herêmê kir. Di wê demê de beşek şêniyên bajêr koçberê bajarên din û metrepolên tirkan bûn, lema jî hêjmara şêniyên bajêr nîvenîv kêm bû, Pertek bû navçeyeke piçûk.

Çawa di nivîsê de jî zelal dibe, di vê geremola dagirkeran afirandiye û gihandiye pîleya ezberan de gihîştina rastiyê gelek dijwar e. Divê mirov sed û yek rûpelan tevlihev bike ku bikane du gotinên rastiyê jê bidoşe. Hetanê mijareya keleheke din ji gelê me tevgera netewî û xwinêran re serkeftin.

24.01.2020, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

31 partiyan ji bo Rojava name ji NY'ê re şandin

ad

Kovareke nû ‘Philosophia’ derket

ad

Baydemîr bi nivîskaran re hevdîtinek pêk anî

ad

Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan

ad

22 hezar û 601 pirtûk hê qedexe ne!

ad

"Hêlîn" tê, bila bixêr bê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname