Diyarname
Kovara xêzeromanê ya bi kurdî Zrîng bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Di hejmara 4'an de xêzkarên her daîmî yên kovarê Dogan Guzel, Ender Ozkahraman, Îmam Cîcî, Eşref Mûmcû, Bunyamîn Karakoç û Ronî battê bi xêzê xwe cih girtine her wiha xêzên Eceren û Kemal Gokhan hatine weşandin. Terstaqla Reco û Ozgur Amed jî bi nivîsên di kovarê de cih girtine.
Zrîngê ragihandiye ku ji hejmara pêncan pêve cih bidin xêzkarên amator jî û ji wan jî li benda xêzan in.
Kovara Zrîng li bayiyan dikare bê peydakirin. Her wiha êdî li Ewropayê ligel Yenî Ozgur Polîtîkayê jÎ dê bê belavkirin.