GIRKÊ LEGÊ
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyek encamnameya 7'emîn kongreya xwe pêşkêş kir. Kongreya PYD'ê rojên 27-28'ê vê mehê li dar ket û di encamê de Hevserokên wê guherîn, rêveberiyeke nû hat hilbijartin.
Vane hin xalên ji wê encamnameyê
- Kongreya me bi diruşma: Ji Rojavaya azad ber Federaliya Sûriye Demokratîk ve li herêma Cizîrê bi beşdarbûna 450 endamên ji hemû rêxistinên partiyên hundir û derve li dar ket.
- Di hemû peyaman de têkoşîna partiya me ya di vê qonaxa hestiyar ku Sûriye, Rojhilata Navîn û tevahî cîhan tê de derbas dibe hate silavkirin, her wiha piştgirî ji bo xebeta me ya di çarçoveya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li gel kesên ku vîna hemû pêkhateyên Rojava temsîl dike, hate dayîn.
- Beşdaran, xeta partiya me ya xwe dispêre felsefeya neteweya demokratîk, li ser esasî siyaseta demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê nirxandin. Xeta ku me meşandiye, nêrîna me ya durist ji bo aloziya Sûriye û tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn isbat kiriye.
- Ji destpêka aloziyê me xeta sêyemîn pejirand. Ev xet jî avakirina projeyek Sûrî, demokratîk ku hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê pêk tîne ye, ev proje jî bi pêkanîna Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûrieye diyar dibe.
- Berxwedana Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, bi giştî Hêzên Sûriyeye Demokratîk li Reqa û Dêrazorê misogriya demokratîkbûyîna Sûriyeye û çareserkirina hemû dozan û di serî de doza kurdên Sûriye tekez dike. Partiya me di derbarê vê yekê gavên mezin avêtin, di xebatên xwe de îradeya azad a gelan wekî bingeh girt dest. Mînakên vê yekê rola wî di avakirina Meclîsa Sûriyeye Demokratîk de, paşê meclîsên damezîrner û rêveber ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeye ye. Her wiha endamtiya xwe di Kongreya Navdewletî ya Sosyastîk girt.
- Partiya me tekez dike ku çalakiyên xwe ji bo serxisitna diyalogên derbarê çarserkirina aloziya Sûriye bi awayekî demokratîk û li ser bingehê projeya federaliya demokratîk û biryara 2254 a Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeye bidomîne.
- Ji bo peydakirina stratîjiyeke ku rê li ber penberiya ji Kurdistanê bigre kar bike. Ji ber ku penaberiya ji Kurdistanê xeteriyeke li ser pêkhateyên Mezopotamyayê bi giştî û bi taybetî kurd e. Beşdaran destnîşan kirin ku ev penaberî bi awayekî siyasî ji aliyê hin hêzên ve hate plankirin.
- Eyşe Hiso û Şahoz Hesen ji bo hevserokatiya partiyê hatin hilbijartin. 49 endamên meclisê di nav de 23 jin, hatin hilbijartin.
***
Nûçeya eleqedar:
- Vane hevserokên nû yên PYD'ê