Diyarname
Li Sîlîvriya Stenbolê saet 13.50'î de bi şida 5,8 erdhej çêbû û hemû stenbolî tirsiyan. Vê yekê meseleya erdhejê carek din anî rojevê ji ber ku li bendê ne li Marmarayê bi şidek li dor 7'an erdhej çêbe. Dema çêbe jî dê zirarek mezin bide Stenbolê. Me hin agahî dan hev:
Binayên zirar dîtine
Di vê erdheja biçûk de li gor Cîgerê Serokomar Fuat Oktay li Stenbolê 473 avahiyên zirar dîtine tespît kirine.
Pispor dibêje erdheja mezin li Stenbolê çêbibe dê 34 hezar avahî bi awayekî mezin jê zirarê bibînin.
Telefonan kar nekir
Li Stenbolê demek dirêj telefonan kar nekir. Li Tirkiyê Turkcell, Vodafon û Turktelekom hene. Ya herî xirab Turktelekom bû ku saziyê piştî 12 saetan ragihand ku di nav kurtedemê dedê xetên wan vebin. Di nav van de yê herî baş dîsa Vodafon bûn. Gel bi ser Whatsapp, Telegram û Viber re xwe gihandin hev û halên hev pirsiyan. Di erdheja mezin de belkî bi rojan kes nikaribin xwe bigihînin hev.
Cihên hatina cem hev
Piştî erdhej çêdibe cihên ku gel divê bêne cem hev li her bajarî hene, lê li Stenbolê ev der hatine dagirkirin. Piştî erdheja sala 1999'an 476 cihên hatina cem hev a erdhejên hebûn niha ji van tenê li dor 70 hebî mane. Cihên din di van bîst salên dawî de hemû kirine ava û AMV.
Erdheja mezin dê kengê çêbe?
Serokê Kizilaya Tirk Kerem Kinik ji ser twittera xwe re ragihand ku dê di nav du hefteyan de (bi şida 4 û jê jortir) erdhejên din çêbin, lê di warê erdheja mezin dê kengê çêbe de kes li hev nake. Hema her kes diaxive. Lê tiştê ku li ser li hev dikin ev e: Heta niha ji bo tevdîrên li hemberî erdhejê tiştek nehatiye kirin.