Enqere
Mebûsê DEM Partî Mithat Sincar îro li Meclisa Tirkiyeyê axivî. Va ne hin gotinên Sîncar:
- Ger hûn keseKî ji zimanê wî, ji çanda wî bêpar bihêlin ev yek dê bibe sedem ku ew bibe mehkûmê asta jêrtir a ji potansiyela xwe; ev yek jî şîdet e. Ger bi rastî em aştiyê dixwazin, gere em pergalek wekhev saz bikin ku hemû mirov di heman astê de potansiyela xwe bikar bînin.
- Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe pêvajo divê ber bi dawîleanîna çekan bîne, ev yek jî wisa ne hêsan e. Ji bo vê yekê divê hin gav bene avêtin û tevdîrên cüda bene girtin. Serê pêşî pêdivî bi zimanê aştiyê heye. Ger hûn li gor xuyên berê tevbigerin mirov nikare zimanê aştiyê bi cih bike ku zimanê aştiyê bi cih nebe jî aştî çênabe. Loma her roj bi vegotinên zimanê kîn, nefret û neyartiyê çênabe, ev zirarê dide rêya axtiyê, meşa aştiyê dijwartir dikeb
- Ji bo li Tirkiyeyê aştî çêbibe gere mirov li perspektîfa aştiyê ya herêmî jî binere.
- Niha qala Rojava tê kirin, Rojava wekî navendeke tehdîdê tê dîtin. Wekî ku Rojava ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd dike nişan didin. Helbet Rojava piralî, ji her qadan ve jiyaneke wê heye. Ez wekî kesek li Nisêbînê hatime dinê û mezin bûne, min ji zarokatiya xwe ve Rojava nas kir. Ji ber ku aliyê hember Qamişlo ye. Zimanê min ê zikmakî erebî ye, lê di zarokatiya xwe de ez hînê tirkî bûm, beşek ji xizmên min li Qamişloyê dijiyan, em diçûn Qamişlo û dihatin, bi meşê em diçûn û dihatin. Em qala erdnîgariyeke ku ew qas di nava hev de ye dikin. Em aştiyeke ku wê derê jî negire nava xwe, mafê kurdên Rojava jî negire nava xwe bigirin, bi rastî jî dê ne hêsan be ku em li ser aştiyê tu gavan bi pêş ve biçin, her wiha dê ne mimkûn be jî.


