Diyarname
Xelk bi her awayî, di her warî de qîmetê dide her tiştê xwe, qîmetê dide gorên xwe jî. Niha gora leşkerî brîtanî piştî 105 salan hat dîtin û bi merasimek hestiyên hatine dîtin hatin veşartin.
Em qala Şerê Cîhanê yê 1’emîn dikin. Wê çaxê leşkerê Brîtanyayê li Fransayê dimire û niha, yanê piştî 105 salan gora wî tê dîtin.
Leşkerê brîtanî Herbert Greaves di 15’ê gulana 1917’an de dema 28 salî bû mir. Di sala 2019’an de dema li nêzî goristana leşkerî ji nû ve sazkirina wir dihat çêkirin bermahiyên cesedê hatin dîtin. Li ser vê ji malbata wî mînakên DNA’yê hatin girtin û derket holê ku ev hestî aîdê wî ne. Li ser vê yekê roja pêncşema borî li goristana bi navê “Heninel Communal” merasima leşkerî hat lidarxistin û cenaze hat definkirin.
Neviyê wî David Dickson wisa gotiye, “Dema me ev dît gelek kêfa me hat. Êdî goreke ku em herin serdana wê heye.”
Li bajarê Sheffielda Brîtanyayê kur û keçeke leşker Greaves hebûn, mezin bûn û niha jî neviyên wî hene.