Penelope Cruz: Ji bo xweþikbûnê ne hewceye mirov lawaz be
Diyarname
Fikra lîstikvana navdar Penelope Cruz ew e ku hemû kovarên ku li ser keçikên ciwan weþanê dike bêne girtin.
Cruz ji bo kovara îngilîz You axivî û sedema vê yekê jî wisa anî ziman: "Ew kovar bi diyetan keçikên ciwan ber bi kabûsekê ve dehf didin. Min dixwest wan bigirim. Kî dibêje ji bo xweþikiyê lawazî þert e!?!
Cruz bi þid li dijî 'îdeal'a utopîk a ciwanan disekine û van lê zêde dike: "Hin keçik dema lawaz bin xweþik in, hin dema qelew bin. Standardê eletewþ ên xweþikiyê diafirînin. Dibêjin qey tenê yên ku lawaz bin xweþik in û têne qebûlkirin. Ev kovar bandoreke neyînî li keçikên dor 13 salî dikin."