HÊWLÊR
Di konferansa ku Konfederasyona Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên li Herêma Federal a Kurdistanê hate lidarxistin de pêşketinên li Tirkiyeyê derketin pêş. Serokê Konfederasyonê Xoşnav Ednan diyar kir ku divê riyên parlamentoyê ji bo parlamenterên kurd bê vekirin û protokala ku Ocalan pêşkêşî dewletê kiriye jî pêk bê.
Konfederasyona Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên li Herêma Federal a Kurdistanê der barê pirsgirêka kurd de li Hewlerê konferans li dar xist. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî yên herêmê beşdarî konferansa ku li Otela Çarçel hate lidarxistin bûn. Di konferansê de rewşa kurdên li Sûriyeyê, operasyonên dewletên Tirkiye û Îranê yên li ser sînor, topebarana li dijî axa Herêma Federal a Kurdistanê, di hilbijartinên li Tirkiyeyê de helwesta dewletê ya li dijî kurdan, betalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle ya ji aliyê YSK'ê ve, banga çareseriyê ya Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan û protokolên ku Abdullah Ocalan pêşwazî dewletê kirin, hatin nîqaşkirin.
Serokê Konfederasyona Rêxistinên Sivîl ên Civakî yên li Herêma Federal a Kurdistanê Xoşnav Ednan diyar kir ku ew di serî de têkoşîna kurdên Sûriyeyê, piştgiriyê didin têkoşîna hemû kurdan û wiha axivî: "Divê dewleta Sûriyeyê di demeke kin de bersivê bide daxwazên kurdan û gavên erenî bavêje. Divê bi kurdên wê derê re hevdîtinê pêk bîne û mafên kurdan bide. Dîsa li welatên din ên kurd dijîn jî di mijara pirsgirêka kurd de gav bên avêtin."
Ednan bal kişand ser topebarana Îranê ya li dijî Qendîlê jî û wiha berdewam kir: "Divê Îran dev ji vê helwesta xwe berde. Divê pirsgirêkan ne bi riyên şîdetê bi riyên demokratîk çareser bike. Li dijî van êrîşan Hikumeta Herêma Federal a Kurdistanê û Hikumeta Navendî ya Iraqê jî helwesta xwe diyar bike û der barê rawestandina êrîşan de Îranê hişyar bike."
'DIVÊ PARLAMENTERÊN GIRTÎ BÊN BERDAN'
Ednan di axaftina xwe de serkeftina Kurdan a di hilbijartinên Tirkiyeyê de jî anî ziman û got ku dewlet li şûna ku nêzîkatiyeke baş nîşan bide û vê yekê wekî fersend bibîne pirsgirêkê çareser bike bi pêkanîneke nedemokratîk parlamenteriya Hatîp Dîcle betal kir. Adnan diyar kir ku divê li dijî kurdan ev bêhiqûqê bi dawî bibe, parlamenteriya Dîcle bê îadekirin û parlamenter û siyasetmedarên kurd ên girtî bêne berdan.
Ednan da zanîn ku hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi dewletê re, daxuyaniyên Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan û protokolên ku ji bo çareseriyê hatine amadekirin ji bo çareseriyê keys û fersendek e û pêwistiyên van divê bên kirin.
Konferans bi nîqaşên çareseriyê didome.
Ji ANF'ê hatiye girtin