logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Koma Defjenên Heskîfê: Em diwazin girîngiya erbaneyê bi civakê bidin zanîn

Koma Defjenên Heskîfê hat avakirin û klîba xwe ya yekemîn weşandin jî. Ew dixwazin girîngiya erbaneyê derxin pêş

  • Dîrok: 24/02/2021
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn: Îhsan BÎRGUL

Heskîfa xwediyê dîroka 12 hezar salî, erbaneya kurdan û jin. Jina ku li vê erdnîgariyê her afirîner bûye lê her gav jî hatiye piştguhkirin. Îro ev hêrsê hêma gihîştine hev. Bi rîtm û newayên stranên vê axê. Li ser vê axa dergûşa şaristanî û mirovahiyê...

Koma Defjenên Heskîfê navê vê hevdîtîna çand û hunerî ye. Komeke ji 15 jin û 5 mêrên her yek wan ji beşeke civakê ne û xwediyê taybetmendiyên xwe ne. Hatina cem hev a 20 kesî ne tiştek hindik e, berevajî tiştek muhîm e û kedek mezin e. Ew her yek karek dikin. Hin mamoste, hunermend, tenduristkar, karker û hwd. in lê hemû jî dildarê çand û erbaneyê ne; ew erbaneya ku xwediyê mîrateyeke kevnera ye. Ew îro li Batmanê bi dengê erbane û stranên xwe sekn û helwesta xwe nîşan didin. Dibin dengê Heskîfa mîna bûkeke miraz di çavdemayî bi nav bûye..

Me jî îro dora gotinê da çar endamên komê, yên avakar û bersirsiyar. Wekî piraniya jinan ya di komê de, di axaftinê de jî jin pirtir bûn. De kerem kin guh bidin gotinên organizator û avakara komê, şanoger, lîstîkvan û pêşkêşvan Çîçek Tekdemir (Kulîlka Heskîfê), mamosteya erbanê û avakara komê Nesrîn Şîmşek, mamosteyê komê defjen Metîn Kaya û tenduristkar û defjen Ebru Geylan. Me pirsî wan bersiv da.

Fikra avakirina koma defjenan ji ku derket û çima we ev nav lê kir?

Çiçek Tekdemir: Projeyeke avakar û mamosteyê "Ahura Ritm Toplulugu" birêz Samî Hosseînî hebû. Li heremê perwerdehiya erbaneyê dida. Xwişka min Nesrîn jî li Batmanê hîndekariya erbanê dikir. Li ser pêşniyara wê me xwest mamoste Samî were Batmanê û perwerdehiyê bide me jî. Min ev daxwaza me ragihande mamoste, wî jî ev daxwaza me bi kêfxweşî qebûl kir. Got ez mehê carekê dawiya heftê werim perwerdehiyê bidime we û me wiha destpê kir. Organizasyona me bi pêşengiya min û alîkariya hevalên me berdewam kir. Perwerdehiya me dê çar mehan bûya. Meha çaran de pandemiyê destpê kir û me jî ji neçarî perwerdehî betal kir. Piştî destpêkirina pandemiyê me li ser înternetê di koma xwe ya medya civakî de bi mamostetiya Nesrîn û Metîn xebatên xwe bênavber domandin. Piştî van xebatan me xwest em navekî li xwe bikin û hunera xwe bi vî navî bidomînin. Navê “Koma Defjenên Heskîfê” fikra mamoste Samî bû. Û bi erêkirina hemû hevalan. Heskîf dîroka mirovahiyê ya di bin avê de mayî ye. Jixwe erbane jî enstrümaneke kevnar û dîrokî ye. Ji ber wê jî Heskîf û erbane pir li hev hatin


Hûn dikarin behsa pêvajoya avakirina komê bikin?

Nesrîn Şîmşek: Belê. Jixwe ev demek dirêj bû li Êlihê hêzeke xurt a defjenan hebû lê her yek li aliyekî bû. Bi xêra mamoste Samî Hosseini em gihîştin hev. Di sala 2019'an de li bajarê me workshopek li dar xist û gelek hevalên dil dabûn erebaneyê tev lê bûn. Ya rastî mamoste Samî bixwe ev kom ava kir û berpirsiyariya wê jî da me. Armanca wî ya sereke li her bajarekî kurdan komek erbaneyê ava bike û wekî diyariyekî pêşkêşî wan bike. Ji bo me naskirina wî şansekî mezin bû. Lewre gelek teknîkên nû û sererastkirinên notasyonan de alîkariyek gelek mezin da me. Heta niha tu kesî xebat bi vî rengî li welatê me nekiribû. Ev jî ji bo kêfxweşî û serkeftinek bû. Piştî çûyîna mamoste Samî bi hewldana hemû hevalan kom li ser piyan disekine û berdewamiya xebatên xwe dike. Niha wekî hûn jî dizanin nexweşiyek global berdawam dike û em jî wekî hunermend di bandora wê ya neyînî de man. Ligel hemû astengiyan jî me dîsa klîpa xwe ya bi navê "ŞAHMÎRAN" ya ku Seyda Goyan ji devera Şirnexê berhevkiriye derxist, li ser kanala YouTube û gelek malperên din de hate weşandin û ji aliyê derdorê ve jî gelek hate ecibandin. Koma me piranî ji jinan pêk tê. Ev jî ji bo me serbilindiyeke mezin e....

Kom ji çend kesan pêk tê? Û niyeta we ya zêdekirina endaman heye?

Metîn Kaya: Koma me ji 20 kesan pêk tê. Bêguman armanceke me ye sereke jî zêdekirina endamên komê ye. Ji ber ku dema em bibêjin def tenê amûrek muzîkê neyê bîra we. Def 1000 sal e li Mezopotamyayê û herêma me wekî çandekî tê zanîn û tê bikar anîn. Armanca me ew e ku ev çand û huner li tevahiya Mezopotamyayê belav bibe.


Heta niha ji bilî klîba we ya bi navê "Şahmîranê" çi xebatên we çêbûne?

Metîn Kaya: Koma me di sala 2020'î de ava bû. Em dikarin bêjin komeke nû ye. Lê xebatên me bênavber didomin. Piştî bi awayekî serkeftî amadekirina klîba "Şahmîran" me berê xwe da xebatên din yên cuda. Bi hatina biharê û xilasbûna pandemiyê (hêvî dikim) re emê xebatan xurt û berfirehtir bikin.

Klîba we bertekek çawa dît? Û çima straneke heremî, folklorîk?

Çiçek Tekdemir: Gelek bertekên erênî dît û pir hate ecibandin. Stranên heremî pir li erbaneyê tên. Erbane ahengeke pir xweş dide stranên folklorîk. Loma me jî xwest strana koma me ya yekemîn straneke gelerî be. Her wiha cil û bergên di klîbê de jî gelerî ne. Her wiha berhevkarê strana Şahmîranê kek Seyda Goyan jî di klîba me de cih girt û bi me re strand.

Hedefa koma defjenên Heskîfê çi ye. Hûn dixwazin encama xebatên xwe bigihînin ku?

Nesrîn Şimşek: Hedefa me ya yekemîn em dixwazin komekê mayînde be. Wekî hûn jî dizanin hilgirtina komê ne hêsan e. Ji ber ku mirov ne bi yek kesî re dan û standinê dike. Ev xebateke kollektîf e. Divê mirov bi zanebûn û hostatî tevbigere. A niha em gihîştine atmosfereke gelek baş û di navbera hemû hevalan de ev kollektîfî heye. Ev jî ji bo me avantajeke baş e. Ya duyemîn em dixwazin li derveyî Êlihê jî xebatan bikin. Mînak konseran pêk bînin. Wekî konserên gelî. Bi van konseran xwe bigihîne hezaran welatîyên xwe. Ya sêyemîn jî em dixwazin bi zêdekirina endamên komê re girîngiya erbaneyê ya di çanda me de bi civaka me bidin zanîn. Her erbaneyê li hemû cîhanê bidin naskirin û hezkirin...

Hûn wekî kom ji cihekî piştgiriyê digirin? An jî hûn li benda piştgiriyek çawa nin?

Ebru Geylan: Di armanca avakirina koma me de tu car destkeftiyeke aborî çênebûye. Bes me xwestiye bi erbaneya yek ji wan nuveya çanda me ye sereke ye, li hemberî talan û xirabkirina ekolojîk sekneke hunerî nîşan bidin. Jixwe heta roja îro kom bi derfetên xwemalî yên endamên komê hatiye. 

Lê belê ji bo ku em karibin proje û xebatên mezintir bikin, hewcedariya me bi alîkariya sponsoran heye. Kesên di vê mijarê de wekî me difikirin û xemxwurê ziman û çanda xwe bin, dikarin li ser esesê rêgezên parastina çand û hunerê alîkariya me bikin.

Rojekî derfet çêbe, koma we dixwaze li kîjan bajarî konser bide?

Ebru Geylan: Wekî ji navê komê jî diyar dibe, me xwest bi deng û amûrên hunerî seknekî nîşanê talana li hember dîrokeke 12 hezar salî tê kirin bikin. Jan û keserên Heskîfê bi sekneke hunerî û legal bidin bihîstin. Sed mixabin em nebûn asteng li pêşiya vê talanê. Lê me dîsa jî dest jê nekişand. Û em dixwazin bi konsereke li Heskîfê hem rêzdariya xwe nîşanê wê bikin hem jî bi lorîkan şîna wê bikin...
***
Klîba yekem a komê: "ŞAHMÎRAN"


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Donald Trump: Ez heyranê çekdarên kurdan im

ad

Klîba Hefteyê: “Hoy Nerm e”

ad

Tilda Swinton hat xelatkirin

ad

DYA: Em Sûriyeyek bê Esad dixwazin

ad

Rewşa nivîskar Salihê Heydo ber bi başiyê ve diçe

ad

Adogit kesê duyem e ku li Hewlerê bi awayeke bi guman dimire

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname