Diyarname
Hunermend Candan Erçetin tevî 4 hezar kesî bi yek dengî stran got. Erçetin 20'ê mehê wê dîsa li Harbiyeye be.
6'emîn Konserên Harbiyeyê yên AVEA'yê 17'ê mehê bi konsera Candan Erçetin dest pê kir û 18'ê mehê Erçetin dîsa li ser dikê bû. Hunermenda navdar di salona ku mişt tije bûbû de şeveke xweş diyarî temaşevanên xwe kir.
Hunermend Candan Erçetin di sala 1995'an de albuma xwe ya sola "Hazirim" (Ez amade me) pêşkêş kir û ji wê rojê de xwe gihand girseyeke mezin. Erçetin ku di heman demê de mamostetiya muzîkê dike, par albuma xew "Kirik Kalpler Duraginda" (Li rawestgeha dilên şikestî) pêşkêş kiribû.
Wê bi strana "Bahar" dest bi konsera xwe kir. Dûre stranên wekî "Olmaz", "Elbette", "Kader", "Nedense sustum", "Onlar yanliş biliyor", "Aglamam Artik", "Kirik kalpler duraginda", "Yalnizim", "Unutma Beni", "Unut sevme", "Salla mendilini", "İndim havuz başina", "Melek" pêşkêş kir.
Erçetin di her konsera xwe, di beşa duyem de pêlavên xwe derdixe û bê pêlavan ji serî heta dawî stranên bi coş pêşkêş dike. Di vê konserê de jî heman rêbaz bikar anî û temaşevanên xwe coşand. 4 hezar temaşevanên hatin konserê bi yek dengî pêre şirîkatî kir.
Hunermend Erçetin 20'ê mehê jî saet 21.00'an de li Harbiyeya Stenbolê wê derkeve pêşberî hunermendên xwe.
Konserên din ên Aveayê yên li Harbiyeyê wê bi van kesan li dar bikevin:
Bulent Ortaçgil
21 Tîrmeh, Çarşem, saet 21.00
Bulent Ortaçgil ku îsal 40'emîn sala xwe ya hunerê pîroz dike, di vê konserê de wê dostên wî yên hunermend Akın Eldes/Serhat Ersoz, Birsen Tezer, Bulutsuzluk Ozlemi, Candan Erçetin, Erkan Ogur, Ezginin Gunlugu, Feridun Duzagaç, Fuat Guner, Gurol Agirbaş, Grup Gundoğarken, Jehan Barbur, Levent Yuksel, Mirkelam, Mor ve Otesi, Pinhani, Yaşar û Zuhal Olcay jî pêre derkevin ser dikê û stranan bixwînin.
Neşet Ertaş
22 Tîrmeh, Pêncşem, saet 21.00
Gripin & Hayko Cepkin
23 Tîrmeh, În, saet 21.00
Foto: Cemil Oguz