Diyarname
Kovara "Kurt Tarîhî" ku sê mehan carek derdikeve hejmara xwe ya mehên nîsan, gulan û pûşperê derxist. Di vê hejmarê de kovarê dosyaya xwe bi navê "Rojhilat" li ser rojhilatê Kurdistanê amade kiriye.
Kovara "Kurt Tarîhî"bi hejmara xwe ya 36'an derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovar vê hejmarê bi dosyaya xwe "Rojhilat" xwendevanan ber bi rojhilatê Kurdistanê ve dibe. Edîtoriya dosyayê Mutlu Can kiriye. Can ji bo dosyayê bi hevpeyvînek ligel Dr. Veyel Başçi kiriye û dosya bi vê dest pê kiriye ku hevpeyvîn koka meseleyê tîne ber çavan. Başçi li ser mîrekiyên li Rojhilat saz bûne, li ser sosyo-polîtîka wê derê jî agahî dane. Ew dibêje "Ziman, çand, dîrok û mîtolojiya wan ketiye nava hev loma ji kurdan tê gotin ku gelekî îranî. Her wiha aliyê rojhilat û rojavayê rêzeçiyayên Zagrosê ku ev der welatê kurdan e di serdema dîrokê de li her du aliyan ji aliyê jeo-kulturel ve ev der di nav sînorê şaristania Îranê ya "Mezin" de maye û ji vê derê re gotine herêma Mado-Îranî.
Li pirsa "Dema em dibêjin Rojhilat qesta me ku der e?" jî wisa dibêje, "Hin dibêjin Sine û derdora wê, hinên ku ji Mahabad heta Kermanşah dibînin jî şaş e. Ez bi taybet dibêjin Kermanşah lewra Kirmanşah şaş e. Ev her du dîtinên cih nîşan didin şaş e. Wekî Bazîl Nîkîtîn jî gotiye Kurdistana Îranê her ku çûye biçûktir bûye. Ji aliyek ve Hemedan û Loristan ji Kurdistanê veqetandine, li aliyê din herêma li aliyê rojavayê rêzeçiyayê Zagrosê maye dane bin serdestiyeke din."
Ferheng Cihanbahş (bi wergera M.Akif Koç) li ser nexxeya Kurdistanê a ku Hamdullah Mustevfî amade kiribû nirxandinek kiriye.
Cafer Açar jî "Kurtedîroka Mîrektiya Erdelanê" nivîsiye ku ev tekane nivÎsa bi kurdî ye di vê hejmarê de.
Dr Seyfettin Çetin meseleya "Hasanveyhî û annazî", Eral Ceylan "Xanedaniya Zend", Omer Îr "Li Serdema Navîn Xanedanek Kurd Şeddadî", Ziya Avci "Notên li ser hevdîtina Yamulkî Paşa a ligel Simko" sekiniye. Her wiha Sinan Çakar jî bi navê "Ji Rojhilat Sê Portre" nivîsek portreyî li ser Reşîd Yasemî, Ebul Kaim-I Lahutî, Îbharîm Yunusî nivîsiy.
Ji bilî dosyayê di kovarê de belgeyek ji dîroka kurdan jî hatiye weşandin ku ev belge ji Winston Churchill re hatibû şandin.Her wiha Zehra Ayman jî li ser "Di 100'emîn Sala Xwe de Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd" nivîsiye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
kurttarihi2017@gmail.com
0541 391 81 49