NEW YORK
Sekreterê Giştî yê NY’î Ban Ki-moon ji bo êrîşî çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê daxuyaniyek da. Ki-moon xwest ji bo gelê sivîl yê li Kobanî bi lezgîn bikevin nava tevgerê.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-moon ve hate dayîn de hat destnîşan kirin ku ew rewşa gelê sivîl ya ku li Kobanî ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji warên xwe koçber bûne, gelek kes hatine kuştin û birindar kirin ji nêz ve dişopînin. Hat gotin ku ew ji bo rewşa Kobanî di nava fikaran de ne.
Ban Ki-moon di daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa mirovî ya navnetewî yên çeteyên DAIŞ’ê ku li herêmên li Iraq û Sûriyeyê dagir kirine û banga lezgîn li hêzên navneteweyî kir ku kesên derfetê wan hene bila bi lezgînî bikevin nava tevgerê.