Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di resepsiyona 30'yê Gelawêjê de li ser hilbijartinê sekinî û got: "TSK (Hêzên Çekdar ên Tirk) û Wezareta Karên Hundir dê hemû tevdîran bigirin. Li ser ewlehiya hilbijartinê tiştên ku di 7'ê pûşperê de hatin jiyîn dê 1'ê sermawezê de neyên jiyîn."
Ev yek wekî destlêdana TSK'ê hat nirxandin. Di rojên pêş de dema tiştek wisa çêbe, dê biryara partiyên din çawa be bû meseleya nîqaşê.