Fêrgîn Melîk Aykoç
Berê ku ez têkevim nava nirxandina mijara vê pirtûkê, dixwazim çend gotinan li ser şanaziya niviskarê wî bibêjim.
Îbrahîm Seydo Aydogan di hevpeyvîna ku Yado Ciwan bi wî re çêkirî de hemû sînorên etîka nava mirovan derbas kirine, bi lêbangiyeke gelek zir, qure û pozbilindî li tengala her kesên nas dike û nas nake, xistiye. Gişt şaş, bi kêmasî tijî, bê agahî, nezan û beredayî ne, tenê ew her tiştî dizane, bê kêmasî ye, bi halê kurdên beredayî dikene, berê wî kesî kurdî nezaniye, piraniya kesan ji wî hînê kurdî bûne û nizam çi!..
Ew di salên kurê min de ye. Lema bi dilekî gelek xweş dibêjim; eger ciwanên me ji me zanatir û serkeftîtir bin, bikanin kêmasiyên me tewaw bikin, emê bi wan serbilind bin. Bêguman eger bi edeba kurdî û kemilandina rewşenbîrî bin, ku quretî û rastiyê tevlihev nekin! Di nava çarçova şovenizma tirkan de li me û rastiyên me nenêrin û me neêşînin.
Di van demên dawiyê de em dibînin ku kê mîkrofonê li ber devê xwe dibîne, kê hin pirsînên hevpeyvînê dibîhîse; hima poz bilind dikin, bê per û baskan derdikevin ser ewran, xwe li cihana yêzdanan dikin ferîştek û ji jor ve kevir û kuçan dibarînin. Bi dîtina min, serkarên tirk vê rewşa hin derdoran dizanin, lema ji bo armanca xwe mîkrofona trt6 ê dirêjê hinan dikin. Êdî ev nexweşî; kompleksa bindestiyê ye, ya xwebiçûkdîtinê ye, ya kesayetiya parçebûyî ye, yan jî tiştek din e, em vê ji pisporên giyanî re bihêlin, bila ew biryar bidin, lê mixabin ku ji hin dilşikestinan re rê vedikin.
Divê mirov xizmeta zimanê kurdî neke serhevde û li eniya mirovan nexe, wê ji bo xwe wek erkeke netewî bibîne. Ez ji 1980 ê vir ve kurdî didim hînkirin, bi sedan kesî di qursên min de cih girtin, gelek kesên ciwan yên ji min hînê kurdî bûne, îro nivîsên min redekte dikin. Ez bi vê serbilind im. Eger derfeta min heba, minê kurdî bi hemû kurdan bida fêrkirin, bila qet jî navê min tuneba û kesî behsa min nekira.
Welo mirov zimanzaneke/î baş an jî roman-nûserekî/ê baş û serkeftî jî be, divê mirov ne li ser biçûkxistina mirovan pesna xwe bide, wê erkê ji xwenêr û rexnegiran re bihêle. Bila kesên din vê rastiyê bînin ziman. Mezinahî wisa dibe. Bi biçûkxistina mirovan, mirov mezin nabe, dijê wê xwe biçûk dixe! Ev awa pozbilindî hinek ji karektera bîrdoza tirk ya şoven û nijadperest tê. Divê her kes ji vê nexweşiyê dûr raweste.
Îbrahîm Seydo ciwan e, li ser vê mijarê doktora xwe jî kiriye (bêguman doktora nayê wê wateyê ku kesê bi Dr. her tiştî dizane), eger bi kemilandineke rewşenbîrî nêzîkê mijaran bibe, wê bikane karekî baş bike. Hêviya me kemilandina kesên wekî wî ne.
Min li ser pesn û beradên wî, romana wî ya bi navê "Leyla Fîgaro" dît û xwend. Ji sala 1966 an vir ve ez romanan dixwînin, bê nîyet û dilekî xirab dikanim bibêjim; di nava wan romanên ku min xwendine de ya herî xirab, bi gotina wî; ya herî beredayî ev roman yan jî ev pirtûka wî bû. Lema ez îmza xwe davêjim binê nirxandina birêz Paşa Brodrêj ya bi navê "Leyla Fîgaro û Tera ley-ley,tera ley-ley..." ku di bin "http/www.niviskar.se/kurdi/241.html" hatiye weşandin.
Wî hin aliyên vê pirtûkê gelek baş rexne kiriye. Lema ezê wê rexnegiriya birêz Paşa Brodrêj dubare nekim, tenê hin aliyên ku wî destnîşan nekirine, derxim pêş.
Çend gotin li ser naveroka romanê
1 - Di hevpeyvîna ku Muhsîn Seyda bi Îbrahîm Seydo re li ser “Leyla fîgaro” çêkiriye de Î. Seydo wiha dibêje: "... pirtûkên ku min xwendine jî hene, filmên min dîtine jî hene! (ango bandora wan ya li ser vê pirtûkê)"
Rastî jî ev e.
a) Li Tirkiyê gelek fîlmên artîstê wan ê evînê Edîz Hun çêkirine, hene. Di hemûyan de tu naverok û deşîfrekirina pirsgirekên civakî tune, zip û zuha ne. Edîz Hun û keçikekê ji hev hez dikin, demekê ji hev diqetin, hin jinên li ser rêya xirab û tîpolojiya mêrên fêlxirabên rojhilatî jî di navberê de carna xuya dikin, di dawiya hin êş û kederan de Edîz Hun û hezkiriya xwe digêhêjin hev û fîlm diqede. Ev pirtûka bê kêmasî qopya wan fîlman e. Mijarên romanên wan ên şipsevdî (bi carê ji yekî hezkirin) jî wiha ne. Jixwe Î. Seydo vê înkar nake,.
b) Di çîrok, roman û fîlmên tirkan de mirovên rojhilatî ku tev kurd in, mirovên ne şareza, nezan, dunênedî, dengên wan qalind, ji qirikê derdikeve. Ya sîmsar, ya kujêr, ya hemal, ya dergewan û yan jî di rola xulaman de ne. Dema jinek hinek devkenî, yan jî çîp û qorên tazî nîşanê wan bidin, hima xwe û camêriya xwe ji bîr dikin. Ango wêneyê tîpolojî û karektereke ketî ye.
Î. Seydo di kesayetiya Sîmsar (sîmsêr) de vê kevneşopiya tirkan ya di fîlm û romanan de şopandiye. Wekî tirkan wî jî kurd di wê pirtûka xwe de bi vê tîpolojiyê biçûk xistiye. Bi zanistî henekê xwe bi kurdan kirine.
"Rojhilati ye. Ji rûyê wî yê qemer û simbêlên wî yên boq diyar e. (ru.141) ...Ev kesên rojhilatî çawa weha dikarin ji qirikê bipeyîvin? rû 143"
Li gor romanê, Leyla û Fîgaro jî wêneyê tîpolojiya rojavayî ango tirkan diteyîsîne. Ji ber ku di wêje û fîlmên tirkan de tenê rojavayî ji nazikî û delaliya evîn û erotîzma modern têdigîhîjin, tenê mafên wan hene ku di rolên wiha de xuya bikin.
Bi dîtina min wî ev navana jî bi zanistî hilbijartine. Navê Leyla di wêjeya tirkan de jî naveke pîroz e. Ji xwe Fîgaro navekî ewropayî ye. Wê Soro, Zinar, Pêşengê rojhilatî ji evîneke modern çi fêm bikin, dê tenê bikanin bibin sîmsar!
c) Tirk peyva "kiro" ji bo ku bikanin li kurdan heqret bikin, wan biçûk bixin, wek peyveke çêrkirinê bi kar tînin. Wek mînak dibêjin: "Ulan kiro!" (hê kiro!), "Sende kirolar gibi aptal sin ha!" (tu jî wekî kiroyan aptal î)
Î. Seydo di sê çar ciyan de ev peyv wek peyveke normal bikaraniye û bi vê peyvê bi zanistî, ne bi zanistî heqaret li kurdan kiriye.
"Kiro xwe li hember wê piçûk neke,..rû 89"
Dema min di navbera salên 1966-1972 an de li Manisayê dixwend, li ser vê peyvê me bi sedan serî şikand, em ketin zîndanê, me êşkence dît.
Bi qasê salekî berê min xwest ez malbateke kurd ziyaret bikim. Lewre wî jin û zarokên xwe nû ji welêt anîbûn. Kurê wî yê li Stenbolê hatiye dunê û hetanî yazdesaliya xwe li wir mezin bûye, li ber derî bi tevê zarokên tirkên li wê taxê dilîst. Min bi kurdî ji wî mala wan pirsî. Wî berê xwe da hevalên xwe yên tirk û wiha got: “Ulan buda kiro, kiroca konuşuyor” (Kuro, ev jî kiro ye, bi kirokî dipeyîv e.)
Bi taybetî zarokên li bajarê tirkan mezin dibin, bi giranî di nava pîsîkolojiya wek tirkan xuyakirin, xwe ji rojhilatiya dûr girtin, bi vî awayî xwe kamuflekirinê, yan jî di nava pîsîkolojiya xwe bi tirkbûnê mezinkirinê de ne.
Hin kesên bi salan di nava çepgirên tirkan de mane û mêjiyê wan bi şovenîzma tirkan herimiye û niha jî wek gasik û maşeyên destê serkarên tirk zazacitî dikin jî, vê peyvê wek peyveke piçûkxistin û heqaretê ji bo kurdn bi kar tînin: “Bu kirolar” (Yanê ev kiroyana)
Li Stenbolê jî mezin bûbe, divê Îbrhîm Seydo ji bo vê peyvê û wê tîpolojiya tirkan wek tîpolojiyeke kurd karekterîze kirine, lêborîna xwe ji gelê kurd bixwaze.
2 - Li bajareke Almanya ez demeke kurt wek xebatkarê civakî (Sozialarbeiter) ji bo zarokên yan jî xort û keçên ji dibistanê direvîn û çete avadikirin xebitîm, lê ji ber ku ez di nava pevçûn û dijûnên wan de dihatim êşandin, min ew kar cih hîşt.
Di wê demê de min hin têbinî jî danîbûn, min careke din li wan têbiniyên xwe nêrî. Gotinên wan mirovên asozial wiha bûn: "scheise!,(gû), cool (bi kêf), geil (xweş, xweşik), Fak you (di xwe ne), bagern (bazde ser hev), Arsch fîcken (nihandina qûnê), Arschloch (qûnqul, paşî qul, qûnek) ûhw.
Îbrahîm seydo di vê pirtûkê de heman zimanî, yan jî wekî wan zimanê kûçeyan bi kar tîne.
Mînak:
"Çi gûyî bixwim? 38. Na, heke tu guyeke wiha nexwî,..44. ...qahpik..... Jin gişt qahp in. ... Qun li siyasetê ..50. ...baz ser hevdû bidaya..75. Ez bûbûn şoşo, lawê şohso!..79. Ji kerê bikevim..85. Baz ser hevdû dida..90. Çi gû biqewimiyaya! 94. Mêran bera ser xwe dane. 97. Qûna xwe bi te dim.. rû. 104 ûhw."
3 - Ji ber ku ez ji sala 1972 vir ve wek mamoste di nava karê perwerdê de me, bi zarok û ciwanan re hûrbilî (mijul) me, ez cihana wan gelek baş nas dikim. Di romantîzma zarokên di navbera salên 14 û 17 an de evîn di ciheneke avzûnkarî de ye, di xewn û xewjîna wan de ji hev hezkirin, ji hev qetîn û cardin gihîştina hev heye. Ew vê bi gotinên hêsan û bi formeke zarokatî, bi galgalên vala tînin ziman. Mijara vê pirtûkê jî dişibe çîrokeke wan zarokan. Bi taybetî jî beşa "bedewê" bi tevahî wek galgalên wan ciwanan vala û tisî ye. Dîsa gotinên wek "pirtûka evînê" şiroveya merhelên evînê, tenê gotinên wan ciwanan tîne bîra mirov.
Dema li kuçeyên bajarên tirkan, xortên tirk yên nexwenda û asozial bi hev re dipeyîvin, ji bo pesnên xwe dayînê wiha dibêjin: “Ulan sen biliyormusun ben kimin? Aşkin kîtabini yazan adam im.” (Kuro, tu dizanî, ez kî me? Ez niviskarê romana evînê me!)
Î. Seydo jî navê “pirtûka evînê” di vê pirtûkê de bikartîne.
4 - Î. Seydo di hevpeyvîna Yado Ciwan bi wî re çêkiriye de wiha dinivîse/dibêje: "Leyla Fîgaro birîneke, beşek ji projeya min a nivisandinê ye. lewra piştî Reş û Spî ye, min xwest xwe bêtir nêzîkê ruhê lehengan bikim!"
Lê ev gotin vik û vala ye, tenê aliyekî lehengan xuya dike. Ew jî; têrandina hestên ciwaniyê ye, ango bi zimanê wî heşa we, bazdana ser hev e. Leheng xwedanê çi pîşeyî ne, çi xwendine, hînê çi bûne, çi karî dikin, yan jî bi çi rê hûrbilî ne, debara xwe bi çi dikin, ji çi diqehirin, bi çi dikenin, dost û hevalên wan kî ne, ji kîjan xwarinê hez dikin, nexuyaye.
Kengê û çawa hev nasîn û zewicîn, fermî zewicîne, yan wek dost bi hev re dijîn. Dev û pozên wan çawa nin, çi li xwe dikin, tu tiştekî naxuye. Ango şilftazî ne. Lê divê mirov tiştekî ji bîr neke, peyvên di devên wan de hê ji galgalên ser tendûran jî wêdatir, zimanê zarokên kuçeyan e. Wê gavê dibe ku tîpolojiyên kuçeyan bin.
5 - Wer xuyaye ku Îbrahîm Seydo xeyalên xwe yên ciwantiyê nivisîne. Lew re ew di hevpeyvîna Muhsîn Seyda bi wî re çêkiriye de wiha dibêje: "xem û xeyal û fantaziya min jî hene. Ne bitenê Fîgaro, lê belê Leyla jî ez im, Dîlber jî ez im, Sîmsar jî ez im. ... Taybetiyên min yên bi wan re hevpar gelek in..."
Eger bi rastî jî wisa be, pêdiviyên wî bi terapiyê heye.
6 - Di vê pirtûkê de ew gelek caran peyva beredayî bikartîne wek „Fikreke beredayî! Tolazeke beredayî! Pêşniyara beredayî! Keseke beredayî!“ Di hevpeyvînan de jî wiha ye. „Romanên beredayî, niviskarên beredayî!“ Bi dîtina min ev tê wê wateyê ku bikaranîne vê peyvê li gel wî ji tespîtekê wêdetir tenê hobûnek e. Tiştên hobûyî jî nebaş in.
7 – Kevanok û hevokên nava kevanokan di romanan de zêde nayê bikaranîn. Wan kevanokan tu xweşî û dewlemendî û nîjeniyeke negihandiye vê pirtûkê, bi giranî wek pîneyên bê kêr mane. Bêguman eger yekê din ev bikaranîba, wê camêr tiştên nemayî li ser vê mijarê bigota.
8 – Çîrokbêj û gotinên lehengan wisa li hev qelibandiye ku mirov nizane, ka yê dipeyive çîrokbêje, niviskar e, yan leheng e, leheng be jî, gelek caran mirov nizane ka kîjan leheng dipeyîve. Ev jî her tiştî tevlihev dike.
9 – Cih û nasnama van kesan.
Rêzdar Paşa Brodrêj ji bo vê nirxandineke gelek baş aniye wiha dinivîse:
"Li welatekî bê nav, li bajarekî bê nav û di nav bajarî de taxeke bê nav, du kesên ku em nasnakin, du kesê bê nasname, du kesên bê etnîsîte, du kesên ku ji kîjan welatî ne û çi zimanî qise dikin, em pê nizanin, ji hev vediqetin û li hev tên.."
Lê ezê hinek vê mijarê vebikim.
Di rupela 20an de wiha dinivîse: "Plaqeya hemû teqsiyên vî bajarî bi dudyan dest pê dikin.." Plaqa 02 ya Semsûrê (Adiyemanê) ye, lê wî hêjmara "0" bi kar neaniye. Ya dudyan rêya hesin yanê trên ji wî bajarî gelek dûr e. Lema mirov bi hêsanî dikane bibêje ku ev cih ne Semsûr e.
Di rûpela 104 an de vê telefonê dide. "332 27 61" dide. 332 koda bajarê Konyayê ye. Li wir trên jî heye. Lê ew dever ciheke kevneperest e. Li wir jin naçin, di qehweyan de rûnanin û dostan nagirin. Kesên di vê pirtûkê de ji wê jiyana li Konyayê gelek dûr, di nav têkiliyên ewropî de ne. Rabûn û rûniştina wan jî wiha ne.
Li aliyê din di rûpela 109an de wiha dinivîse: "...welatê rojavayî bi balafirê sê saet dûrî wê nin."
Ango ev der Konya jî nîne, di nêrîna yekem de mirov dibêje; qey ya Stenbol ya jî Izmîr e.
Lê li gor otobêsên belediyê, rêya trêne, têkiliya mirovan, li qehweyan li gel hev rûniştina hezkiriyan, gelek zelal xûyaye ku ev der Parîsê e, yan jî taxekê wê ye. Ev nimiroya telefonê jî bê koda bajêr e, lewra li ber koda bajaran sifir heye. Ew di rûpela 108 an de jî wiha dinivîse: "... navê zimanên ku mirov dikare li wira hîn bibe û aders û telefon.." Mirov dikane li Parîsê hînê ewqas zimanan bibe, wek mînak li Zanîngeha Sorbonê. Ango li cîhê nerm rûniştiye û xebitiye ku rengekê cîh nediyer nîşan bide. Vê jî tevliheviyeke afirandiye. Dibe ji wê be, peyvê wek „bajarê biçûk, her kes hev nas dike, li qehweyê rûniştin“ û jiyana lehengên wî di nava nakokiyeke pir xirab de ye.
Di warê rêziman de
Îbrahîm Seydo di hevpeyvîna Yado Ciwan bi wî re çêkirî de li ser mijara rêziman gelek bi rik e û îdîa dike ku wî hin pirsgirekên rêziman çareser kirine. Wiha dibêje/dinivîse: “…di giraqmera kurdî de hin xalên deman û yên sîntaksê hebûn ku nehatibûn zelalkirinê, wek hevokên kompleks ... wekî ergatîv û medyatîv..“ Em li berhema wî binêrin, ka rastiya wî çi ye?
1 - Hevokên kompleks ji hevoka bingehîn û çend gelhevokan (hevokên alîkar, têrkirinê) pêk tê, yanê hevokên dirêj in. Hin zimanzan pexşanê jî di nava hevokên kompleks de dibînin.
a) Hevokên bi gihanekan jî dikevin nava hevokên kompleks. Di pexşan û hevokan de hin gihanekan li pey hev bikaranîn, di warê rêzmanî de ne rast e û xwenêran jî aciz dike. Birêz di gelek cihan de gihaneka „ku“ û gihaneka „û“ li pey hev bikaraniye. Ev jî valabûna gotinên wî li ber çavan radixîne. Çend mînak:
„Te ê bigotaya qey bayê ku pişta wî bi wê barana ku heta berdestê sibehê...rû. 7“
„...nikarîbû înkar bikiraya ku vê yekê kêfa wê gelekî danî û dikir ku carinan hema çer ku vedigerya ... dinihêrî ku min dixwast li dawiya peyvên wî yê ku behsa bedewiya min û hezkirina wîya ku .... rû 9“
„bixistaya û bişikandaya û dipey re..rû 10“
„...bi wî destgirtiyê yê kevin re bizewicîyaya. Rû. 29
b) Hevokên kompleks yên wî bikaranîne gelek tevlihev in. Hîç nayên fêmkirin. Ev ne ji dirêjahiya hevokan lê ji formulekirin û rast bikarneanîna pindeşaniyê tê. Çend mînak:
„Xetên rûyê wê ew qasî zelal bûn û ji eniya wê bigire heta bi çeneya wê ya ku ji biniya guhên wê mîna xeteke ku dora heyvê temam dikir dadiket û bêvila wê ya xweşik ku di navbera çavên wê yên nîvkuze ku xezal dianîn bîra mirov û ji ber wê te nema zanîbû bê dikira bigiriyaya û lêvên wê yên ziravik de mîna pireyeke delal û lihev dixuya, ...rû. 8“
„Fîgaro, ma qey te nikarîbû kerbên xwe yên ku haya min bi tenê ji hebûna wan hebû ji min re bigotana ku min fêm bikiraya bê te çi qasî ji min hez dikir? Rû. 67“
c) Di hevokên kompleks de pindeşanî ji bo têgihîştinê rola herî bingehîn dilîze. Gava mirov pindeşaniyê bikarneyne, yan jî rast bikarneyne, ya nayê fêmkirin yan jî şaş tê fêmkirin. Wek mînak dema em hevokeke wiha bikarbînin:
„Bixwîne wek bavê xwe nebe ker!“ ji ber ku di vê hevokê de pindeşanî nehatiye bikaranîn, li gora xwendina kesan, dikane wateya wê were guhertin.
„Bixwîne, wek bavê xwe nebe ker!“ ji ber ku li ber peyva „xwendinê“ bêhnok hatiye bikaranîn, mirov dizane ku bav ker e.
„Bixwîne wek bavê xwe, nebe ker!“ Di vê hevokê de jî mirov dizane bav keseke xwenda ye û ji zarokê tê xwestin ku wek bavê xwe bixwîne, ji bo ku nebe ker.
Bala xwe bidin hevokên birêz Ibrahîm Seydo, li gelek cihên divîbû bêhnok bihatana bikaranîn, daku hevok bihatana fêmkirin, bi taybetî jî di hevokên kompleks de pindeşanîyek rast divêtiyeke, lê camêr pêdivî pê nediye. Li aliyê din jî îdîa dike ku wî ev pirsgirêka ziman çareser kiriye. Di tevahiya vê pirtûkê de bi giranî bêhnok rast nehatine bikaranîn, mirov dikane bi sedan mînakan bide..
Em mînakek balkêj bigirin:
“Di xwe re nedidît ku destê xwe dirêjî saeta li ser sêpêya camî ku li ber qenepêya ku ew li ser veketibû bû bi wî aliyê de qulîpîbû bikiraya û lê binêhêriyaya. Rû. 93”
Ev hevoka birêz Doktor wek hevokek kompleks çareserkiriye nayê fêmkirin. Ji bo fêmkirinê divê di çend cihan de bêhnok werin bikaranîn.
d) Di gelek cihan de daçek şaş hatine bikaranîn Mînak:
„...di biniya mijangên dirêj re dixuyan re rêyên vala sext kirin. Rû. 8“
„Gava wî ez ji paşiyê de zeft bikirama. Rû 17 “ Ji paşiyê de yan ji (bi) paşiyê ve?
“ji wê rojê de” ne rast e, rastiya wê ev e : « Ji wê rojê ve »
“Di xwe re nedidît” jî şaş e, divîbû wiha ba “Bi xwe re”
“bavê wî destê xwe di serê wî de da û got. Rû. 102” ( ya li ser serê wî gerand, ya jî di ser serê wî re kir.) “Ez di xewê bûm lo!” divîbû ev wiha ba: “Ez di xewê de bûm lo!”
e) Di kurdî de hin rengdêr tenê ji bo tiştan û hin rengdêr jî tenê ji bo zindiyan tên bikaranîn. Wek mînak: Rengdêra „kevin“ tenê ji bo tiştan tê bikaranîn, ne ji bo heyiyên zindî. Lê wî hîç ev rêbaz cidî negirtiye. Mînak:
„...baş dizane ku ji nava wan daran dara herî kevin ew e,... rû. 18“
Ev ne paçe, ne jî sol û pêlav e ku kevin bibe. Divîbû di cihê wê de ji peyvên «temen, sal mezin, umur, bi sal » yek bihata bikaranîn.
„...wî bihîstibû ku ew keçik hezkiriya wî ya kevin bû. Rû. 28“
Di vê hevokê de jî, mantiqê tirkî heye: „eskî arakadaş“ di kurdî de mirov nikane wiha bibêje, divîbû wiha binivisiya; „hevala wî ya berê“
Lêkera «cihê bûn» jî di cihê şaş de hatiye bikaranîn. Dema mêr û jin hevûdu berdin, nabêjin; ji hev „cihê bûn,“ dibêjin; „hev berdan, ji hev qetiyan, hev cih hîştin“ Lê ew wiha dinivîse:
„Gava jê re gotibû: ez dixwazim cihê bim, rû . 27“
2 – Mijara demên lêkeran
a) Di kurdî de paşgîna (sufix) raweya bîlanî tenê tîpa “a” ye. Dema raya (kok) lêkerê bi tîpekî dengdêr biqede jî, tîpa kelijandinê “y” dikeve navberê. Ango formul ev e:
radêrî | Pêşgîna raweyê | Raya lêkerê | Tîpa kelijandinê | Paşgîna raweya bilanî | encam |
Gotin (têper) | bi | got | - | a | bigota |
Dan /dayîn | bi | da | y | a | bidaya |
Hatin (têneper) | bi | hat | - | a | bihata |
çûn | bi | çû | y | a | biçûya |
Lê birêz Doçent Dr. Ibrahîm Seydo ev rêbaza bingehîn cih hiştiye, dibe ko formeke devoka derûdora wan jî be! “Ya, yayayayaya” li pey hev rêzkirine. Û wekî bigotayaya, bidayaya, biçûyaya bikiriyaya. Ev jî hewesa mirovan ya xwendinê dide çikandin û ne raste jî. Çend mînak:
“… te yê bigotaya, .. rû . 7. …edî dikir li rûyê wî biniheriyaya… dikira bigiriyaya an bikeniyaya. Rû 8. …ji bo ku hem carekê jî serê xwe daniyaya ser sînga wî… rû. 26”
b) Di kurdî de hewce nake ku mirov lêkerên alîkar di hevokekê de li pey hev bikar bîne. Yek carek bikaranîn bes e. Lê ew li ser vê rêbazê jî nasekine. Mînak:
« Dixwast bigotaya, dixwast dilê xwe rihet bikira, dixwast hema bi vî awayî bûya jî, xwe jê xilas bikiraya. Rû : 10 »
Lê mirov dikane vê hevokê wiha jî bikar bînê, wê hê xweşiktir bibe, di warê giramerî de rastire jî:
« Dixwast bigota, dilê xwe rihet bikira, hema bi vî awayî bûya jî, xwe jê xilas bikira.»
c) Birêz Î. Seydo behsa „medyatîv“ dike lî li ser rêbazên wê jî ranaweste.
Bi giranî lêkera gotinê li cem gelek kesan di cihê şaş de tê bikaranîn. Mirov nikane ji bo tiştek nivisandî bibêje „digot.“ Ev lêker tenê ji bo axaftinan e. gava yek bibêje: „wî digot.“ Mirov têdigihîje ku gotin ji devê yekî derketiye. Lê mirov nikane bibêje ; «di pirtûkekê de digot.» Rastiya wê wiha ye. „Di pirtûkekê de dinivîse /dinivisîne” Wî jî di gelek cihan de ev şaş bikaraniye. Mînak:
„Di pirtûkekê de digot “ kesê te terikand ewqasî li ber xwe dikeve.... rû. 24”
d) Di nava hevokê de bikaranîna dema lêkeran jî ne di cîh de hatine bikaranîn.
Mînak 1:
“Di serî de gotibû qey tiştekî din li wira bû. rû. 51” lêkera “bûn” ya gelhevokê divîbû di dema niha de bihata bikaranîn. Ango wiha: “Di serî de gotibû qey tiştekî din li wira ye. (Yan jî) li wir e”
Mînak 2:
“Mîna ku teqîneke lerzînê bi bedena wê ket, weha ma. Rû 55” Divîbû di vir de forma rawe were bikaranîn. Wekî: “Mîna ku teqîneke lerzînê bi bedena wê ketibe, weha ma.” Li aliyê din biwêja “teqîneke lerzînê” jî ne rast e, lew re lerzîn ji ber teqînê pêk tê.
Mînak 3:
“Di xwe re nedidît ku destê xwe dirêjî saeta li ser sêpêya camî ku li ber qenepêya ku ew li ser veketibû bû bi wî aliyê de qulîpîbû bikiraya û lê binêhêriyaya. Rû. 93”
Di vir de jî lêkera bûn zêde ye, tu erkekê wê di hevokê de tune.
Mînak 4
“Ez gelek westiyamim“ jî şaş e. li hin deveran bi vî awayî were bikaranîn jî, rastiya wê ev e: « Ez gelek westiyame. » Lewra raya lêkerê bi tîpeke dengdêr diqede..
Mînak 5
„Ji ber ku waye ji medbaxê dengê keçikan dihat ku xwarin amade dikir. Rû. 112“
I, Carê „waye“ şaş hatiye nivisandin ku di çend cihan de heman xeta heye. Di vê hevoka biçûk de, cînavka şandekê «wa» û lêkera «bûn» heye. Lêkera bûn di kurdî de cûda tê nivisandin.
II, Divîbû li pey „wa ye“ bêhnok heba.
III, Li gor vê hevokê divîbû lêkera hatinê di dema niha de bihata bikaranîn.
IV. Lêkera kirinê jî divîbû di dema niha de ba.
V, Di vê hevokê de divîbû li pêş gihaneka “ku” lêkereke din bihata bikaranîn
Rastiya hevokê:
„Ji ber ku wa ye, ji medbaxê dengê keçikan tê, xuyaye ku ew xwarin amade dikin.“
Mînak 6
„...ya çûyînê ji min re eşkere kir divî ez li ber wî bigeriyama, an jî nizanim, divî min tiştek bikiraya. Rû. 121“
Di vê hevokê de jî divîbû lêkera „vîn“ di dema çîroka dema borî de bihata bikaranîn. Ango „divîbû ez li ber wî bigeriyama…divîbû min tiştekî bikiraya“
Encam
1- Divê niviskareke/î rastiya welêt û civaka xwe bibîne, pirsgirêk, êş, dijwarî, nexweşî, tengasî, hendîkapên wê baş binirxîne, cinawirî û tahrîbatên dagirkeren baş tespît bike, bikane di berhemên xwe de aliyeke van mijaran deşîfre bike.
Hemû niviskarên cihanê jî wiha kirine. Î. Seydo li parîsê dijî , bêguman, ji me çêtir, niviskarên fransiz, bi taybetî jî Victor Hugo nasdike, Hugo neçûye evîneke New York ê nenivisiye, pirsgirek û hendîkapên pergala dema xwe ya li Firansayê di romana xwe ye bi navê Notre Dam de deşîfre kiriye. Hemû niviskarên cihanê wiha ne. Dostoyevskî, Tolstoi, Pûşkîn û yên din jî berê xwê dabûn pirsgirekên civaka xwe. Niviskarên dema me kesên wek Gunter Gras jî pirsgirekên civaka xwe deşîfre dikin. Tu niviskarî bi çavên dijmin li civaka xwe nenêriye.
2 – Mijara bêlayanî; di cihanê de helwesteke bi navê bêlayanî tune, kesên li hemberê rûdanan bêdeng dimîne jî ne bêlayan e. Kî idiayeke wiha bike, ew derewan dike, xwe dixapîne. Li welatê me ev gotina bêlayanî tenê projeyeke dagirkerên tirk e. a)Ew dixwezin ku di bin vî navî de bi bêdengkirina hin derdoran yekitiya kurdan melûl bike. b)Ew dixwazin, da her kes di bin navê bêlayanî de ji cinawiriya wan re çavên xwe bigirin ku ew bikanin xwînxwariya xwe hê hovanetir bidomînin. Ew li ber kamerayan serî û milêm zarokên me dişikînin, bi cenazeyên me êşkence dikin, daristanên me dişewitîn, çekên kîmyevî bikartînin, dîroka me dikin bin bendavan. Di bin navê bêlayanî de ji vê hovitiya wan re çavgirtin, ne bêlayanî, rasterast piştgiriya wê xwînxwariya serkariya dijimin e. Divê niviskarekî/e vê rastiyê bibîne. Bizane ku li hemberên dagirkeran bêlayanî nabe. Ne hewceye ku ew niviskar alîgirê partiya kurd ya bi navê A, B yan jî C be. Lê divê, bi wîjdan be, vê rastiyê bibîne û di berhemên xwe de deşîfre bike.
Lê mixabin gelek kesên dinivisînin, ji ber ku ketine vê kemîna dijmin, di bin navê ez bêlayan im de, naxwazin; êş, keder, kul, birîn û perîşaniya gelê me bibînin û li ser wan binivisînin, ji wê di bin navê romanê de tiştên wiha beredayî dinivisînin. Gava yek rabe vê êşê binivîse jî, êrişê wî/wê dikin û dibêjin; « romanê wek armanceke polîtîkî bikartînin.»
Dijmin ji bo ku bikane bala cihanê bixapîne û van bêlayanan hê zêdetir bike xizmeta xwe, li aliyekî daristan û welatê me dişewitînin, li aliyê din destûra rojên wêjeyê didin.
3 – Dibe yek bibêje; ma em mecbûrin ku li ser mijarên polîtîkî, li gor dilê hin kesan binivisînin. Na, tu kes mecbûr nîne. Mirov dikane li ser mijara evînê jî binivisîne, li ser mijareyekê din jî binivisîne. Hilbijartina mijarê ne girîng e, lê divê ew rastiya welêt û civakê ji bîr neke. Wekî Mînak: Niviskarê faris Şahriyar Mandanîpûr bi navê “Sansura Çîrokek Îranî” berhemeke evînê nivîsiye. Ew di wê romana evînê de li Îranê dijwariya nivisandina çîrokeke evînê, li welateke wek Îranê ku ji tirsa pergalê mêrekî xama, keçeke berşû nikanin li kolan û xiyabanan hevûdu silav jî bikin, deşîfre dike. Ango camêr bi çîrokeke evînê jî, ji bo pêşeroja civake xwe çalakiyekê pêk tîne.
Lê gava em li ciwanên xwe yên li kuçeyên metropolên tirkan bi felsefeya “ne sagci, ne solcu, futbolcuyum” (ne çepgir, ne rastgir, gogwan im!) mezin bûne û niha jî dest avêtine qelemê dinêrin, mirov dibêje; qey wekî civaka ewropiyan tu pirsgirêkên civaka me nemane, êdî tenê çêştandina zewq û kêfê maye, tenê li ser evîneke vala, yan jî evineke bi hestê şovenîzma tirk civaka kurd rencîde dike, dinivîsin. Ma mijar tune? Bi hezaran mijarên romanan hene.
Wek mînak:Evîna kêzikên di nava daristanên bi destên dagirkeran tê şewitandin de dişewitin. Evîna keça distgirtiyê wê li kolanê bi destên polêsên dagirker tê kuştin. Evîna xortên li bajarê Tirkiyê bi hêla nijadpereatan ve tên lînçkirin, evîna kesên ji ber pirsgirekên aborî laşê xwe difiroşin. Evîna jinên bi destên bira, bav û mêrên xwe tên kuştin û şewitandin, evîna xôrtên li leşkeriya dagirkeran tê kuştin, lê bi navê xwekuştinê laşê wî ji dê û bav, jin û evîndarên wan re tên şandin. Evîna keça bi zorê bi pismam re tê zewicandin, evîna keçên difiroşin kal, ker û kûçikên bajarê Afyonê, evîna keçek welatparêz û kurê cerdewan yê ji bavê xwe yê caş fedîdike ûhwd. Ma tenê rojavayî ji evînê fêm dikin? Mafê van bêgunehan û evînê jî tune?
***
Têbiniya Diyarnameyê: Her nivîsek ku ji me re tê şandin em li gor xwe tîp û peyvan gelek diguherînin., li gor xwe redekte dikin. Lê li ser daxwaza Aykoç, me ne ji alî naverok, ne jî ji aliyê ziman ve dest nedaye vê nivîsê û em bi vî awayî diweşînin.
***
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


