Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ji bo 34'emîn salvegera xwe îro li Amedê şahiya pîrozbahiyê li dar xist. Komeleya Çandê ya Dîcleyê, îsal bi awayeke rengîn û şahiyeke bêhempa li Amedê ji bo 34 Saliya NÇM'ê şahî li dar xist.
Di şahiyê de gelek hunermend, dengbêj û Koroya Zarokan a Navenda Çandê ya Dîcleyê derketin ser dikê û salvegera 34'emîn a NÇM'ê pîroz kirin.
Di şahiyê de ku li Salona dawetê ya Ayaz Elegance hat li darxistin de, ji beşdar û hemwelatiyan cih li salonê nema bû. Gelek nûnerên sazî û şaredariyan jî beşdarî şahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de rengekî bi aheng xwe da der û bi taybetî hemwelatî bi cil û bergên neteweyî li wir amade bûn.
Hunermendên JINma, hunermendên NÇM'ê, Koroya Zarokan a Dîcleyê û Koma Govendê ya Kasedjinê derketin ser dikê û temaşevan coşandin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrim Demir,hevşaredarên navçeyên Amedê, rêveberên DBP'ê, DEM Partiyê, nûnerên rêxistinên sivîl, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, bi dehan xebatkarên NÇM'ê û bi sedan welatî tev li şahiyê bûn.
Di şevê de Koorînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar axivî û got: "Faşîzm ev 34 sal in bê navber êrîşî çanda û zimanê kurdan dike. Faşîzm dixwaze ziman û çanda kurdan winda bike. Lê NÇM bi berxwedana xwe li dijî vê faşîzmê li ber xwe da û em dibêjin NÇM êdî bi ser ketiye. Kurd mafdar in û xwedî doz in. Tu carî nakevin. Faşîzm nikare çand û hunera kurdî têk bibe. Em bên girtin, kuştin jî em ê zarokên Kurdistanê bê çand û bê muzîk nehêlin û em ê her tim şopdarê çanda Kurdistanê bin.”



