Li Hikumeta Başûr 16'ê nîsanê wekî 'Roja Jîngeha Kurdistanê' îlan kir û xwest vê rojê du saetan wesaît neyên bikaranîn.
Wezareta Jîngehê ya Herêma Kurdistana Federal, ji ajokaran xwest ku ji bo "16'ê Avrêlê Roja Jîngeha Kurdistanê", di vê rojê saet 10.00'an de bi qasî 2 deqîqeyan wesayîtên xwe biseknînin.
Wezarete Jîngehê (Ekolojî, Derdor) ya Herêma Kurdistana Federal, ji Parlementoya Herêmê xwest ku 16’ê avrêlê wekî 'Roja Jîngeha Kurdistanê' bê îlankirin. Ev biryar hate girtin û wezaretê ji her ajakorî xwest ku serê sibê saet 10.00'an de du saetan wesaîtên xwe bidin rawestandin.
Wezaretê li ser mijarê giştînameyeke bi hejmara 544'an belav kir û wiha got: "Em di roja 16’ê Nîsanê Roja Jîngeha Kurdistanê de ji tevê ajokarên wesayîtan dixwazin ku saet di 10.00'an de ji bo rêzgirtina bo Roja Jîngeha Kurdistanê, 2 deqîqeyan wesayîtên xwe biseknînin û neşixulînin."
Di vê navberê de bi mebesta vê rojê afîş hatin amadekirin û dest bi belavkirina afîşan hate kirin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin