Diyarname
Ji bo Dora 2'yemîn a Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê maç dê hefteya pêşiya me bêne lîstin.
Di dorên berê de tîmên amator bi hev re lîstin, dûre dor hat ser tîmên Lîga 3'yemîn. Di vê Dora 2'yemîn de tîmên Lîga PTT, Lîga 2'yemîn û tîmên ku di domên din de bi ser ketin hene.
Ji tîmên profesyonel ên kurdan tîmên wekî Wan Belediyer Spor, Dêrsim Spor û Batman Petrol Spor di dorên din de têk çûn. Niha ji tîmên kurdan Amed Spor, Cîzre Spor, Diyarbekir Spor, Kurtalan (Misirc) Spor, Şanliurfa Spor, Igdir Aras Spor hene.
Maçên Dora 2'yemîn a Kûpayê dê rojên 22 û 23'yê vê mehê bêne lîstin. Di nav van de tîmên kurdan dê van rojan bi van tîman re bilîzin:
- 22 Rezber 2015, Saet 14.00 AMED SPORTİF FALİYETLER - KARAMAN BELEDİYESPOR
- 22 Rezber 2015, Saet 18.00 MEDICANA SİVASSPOR - DİYARBEKİR SPOR A.Ş.
- 23 Rezber 2015, Saet 11.00 IĞDIR ARAS SPOR - ALTINORDU A.Ş.
- 23 Rezber 2015, Saet 13.30 CİZRE SPOR - NAZİLLİ BELEDİYESPOR
- 23 Rezber 2015, Saet 13.30 KURTALAN SPOR - KARŞIYAKA
- 23 Rezber 2015, Saet 14.30 SULTANBEYLİ BELEDİYESPOR - ŞANLIURFASPOR
- 23 Rezber 2015, Saet 15.00 GAZİANTEP B.Ş. BLD.SPOR - TUZLASPOR