Diyarname
Li Qesra Hunerên Bedew a Qraliyeta Belçîkayê Festîvala Passa Porta li dar ket. Nivîskarê navdar Orhan Pamuk jî bû mêvanê rûmetê yê festîvalê û di roja dawî de hem axaftineke kir, hem jî pirtûkên xwe îmze kir. Pamuk li ser şeva dawî ya festîvalê wisa got: "Ez hatim festîvalê, min xeber da. Pirtûka 'Masumiyet Muzesi' van rojan bi fransizî û hollandî hat weşandin. Her wiha dersên ku min li Zanîngeha Harvardê jî dan bû pirtûk û hat weşandin. Li vir li ser hemû pirtûkên min, me xeber da. Êvareke xweş bû. Tirk jî hebûn. Gelek kêfa min hat û ez serbilind bûm."
Di şeva dawî ya festîvalê de nivîskar Perihan Magden jî derket pêşberî xwendevanên xwe.
Her wiha Orhan Pamuk ku gotibû "Me mîlyonek ermen û 30 hezar kurd kuştin" ji ber vê doz lê hatibû vekirin û di dawiyê de cezaya 6 hezar TL pere lê hatibû birîn. Parêzerên Pamuk doz birin dadgeha bilind.