Diyarname
Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) ji sala 2007'an û vir ve her sal bi navê "Earth Hour (Saeta Dinyayê)" êvara 24'ê adarê çalakiya temirandina lembeyan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de lembeyên avahiyên dîrokî û yên malan têne temirandin. Îsal li gor saeta Tirkiyeyê saet di navbera 20.30-21.30 de li dar ket.
Li dinyayê avahiyên wekî Kûleya Eyfelê jî di nav de lembeyên gelek avahiyan hatin temirandin.
Li Tirkiyeyê de jî di serî de lesbeyên Kûleya Galata, Pirê Bogazê, Garên Trênan, Qesr, lembeyên gelek cihan hatin temirandin.
Hat gotin ku îsal li 187 welatan ev çalakî li dar ketiye.
(Fotoyê Kûleya Gala ji malpera WWF hatiye girtin)