Diyarname
Nivîskar Orhan Pamuk got: Li Tirkiyeyê futbol neyartiyê derdixe. Digel ku Fatih Terim ultra-netewepereste jî ezê tîma neteweyî biparêzim.
Xwediyê Xelata Nobelê nivîskar Orhan Pamuk ji bo kovara Der Spiegel axivî. Li gor nûçeya rojnameya Vatanê Pamuk gotiye ku li Tirkiyeyê futbol neyartiya li hemberî biyaniyan derdixe holê.
Gotûbêja ku bi sernavê 'Futbol ji gotinê bileztir e' hatiye weşandin de Pamuk wisa gotiye:
- Teknîk Dîrektorê tîma Tirkiyeyê Fatih Terim digel ku ultra-neteweperest e jî ezê di Euro 2008'ê de piştgiriya tîma neteweyî ya Tirkiyeyê bikim. Lê ez ne fanatîk im.
- Dema Serokomarê Fransayê Sarkozy got, 'Tirkiye ne aîdê Ewropayê ye, divê me jî jêre wisa bigota: Fenerbahçe 50 sal e parçeyeke Ewropayê ye.
- Dîktatorê Portekîzê Salacar bi alîkariya futbolê welatê xwe bi rê ve biribû. Li gor wî futbol afyona (haşhaş-tilyak) gel bû. Li cem me jî wisa ba dê kêfa min bihata. Lê li vê derê futbol ne afyon, futbol wisa tişteke ku neteweperestî, neyartiya li hemberî biyaniyan û fikra otorîter derdixe holê. Her wiha ne serketin, bi têkçûnan re neteweperestî derdikeve holê. Neteweperestî wekî erdhej an jî şerên ku bi xwe re têkçûn anîne felaketan derdixe holê.
- Li Tirkiyeyê îro futbol xizmetê neteweperestiyê dike, ne xizmetê miletê dike.