Diyarname
Cîgerê Serokê Giştî yê CHP'ê yê ji Karên Malî û Îdarî Berpirsiyar Erol Bektaş ragihand ku hunermendek* ji bo kampanyaya berendamê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu 100 hezar TL diyarî kirine. Bektaş got ku ji ber zagonê ku "kesek herî zêde dikare 54 hezar û 566 tele diyarî bike" me ew pere lê vegerand. Lê paşê 54 hezar û 566 TL diyarî kir, pereyên mayî jî bi ser hesabê diya xwe re diyarî kir.
Li gor zagona Tirkiyeyê partiyê li meclisê yên ku komên wan hebin ji bo beşdariya hilbijartinan alîkariya pereyan digirin. Ji ber ku partiyan ji bo 31'ê adarê ev pere girtin lê hilbijartina Stenbolê dubare dibe, ji bo vê hilbijartinê xezîne pere nade. Li ser vê yekê berendamê Îtîfaqa Miletê Îmamoglu kampanyaya alîkariyê da dest pê kirin. Heta niha tê gotin ku bi ser 5 mîlyan TL'yi de pere hatiye berhevkirin.
Bektaş jî li ser vê meseleyê ji Independent beşa tirkî ji bo Saime Toktaş axiviye û qala meseleya diyariya hunermend kiriye.
*Ji ber ku em navê hunermend nizanin û em nizanin ew mêr e yan jin e me qertava zayendê bikar neanî...