Diyarname
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî bû Cîgirê Seokê Enternasyonalista Sosyalist.
23'yemîn Kongreya Enternasyonalîsta Sosyalîst li Atînayê duh dest pê kir û hilbijartin ji bo rêveberî pêk hat. Di kongreye de Serokomarê Iraqê û Serokê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî bû Cîgirê Serokê Enternasyonalê Georges Papandreu.
Digel partiyên başûrî, ji Tirkiyeyê jî DTP wekî çavdêr beşdarî kongreyê bu. Ji DTP'ê Seroka DTP'ê Emîne Ayna, Cîgir Mustafa Sarikaya, Kamuran Yuksek û mebûsa DTP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel beşdar bûn.


