Diyarname
Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) piştî hilbijartina Stenbolê ya Şaredariya Bajarê Mezin betal û biryar da ku dê carek din hilbijartin çêbe nîqaşa "Navên hin hilbijêran hatine jêbirin" hat kirin. Niha YSK'ê navên hilbijarên Stenbolê eşkere kir. Ji ser malpera YSK'ê re kesên bixwazin dikarin navên xwe qontrol bikin.
Dema hilbijêr navên xwe lêkin, têde diyar dibe navên wan tomarkiriye yan na, dê li ku, li cem kîjan sindoqê dengên xwe bidin...
Hilbijartina ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê roja 23'yê pûşpera 2019'an li dar bikeve.
Ji bo qontrolkirina navan lînk ev e: