Azîz Ogur
Yek ji destanên di wêjeya kurdî ya devkî de cihekî girîng digire ‘Metran Îsa’ ye. ’Metran Îsa’ destaneke xweşbînî û lehengiyê ye, û heta roja me ji devê dengbêj, stranbêjan hatiye.
Peyva metran ji xwe tê wateya serokê dêra ku şagirtan perwerde dike.
Metran Îsa rêveberê Dêra Aqtarmanê ya di nava Gola Wanê de ye. Wê demê jineke xiristiyan (ermenî) ya bi navê Meryem bi bedewiya xwe li Wanê deng veda ye. Waliyê Wanê yê zalim wê dixwaze. Bavê Meryemê ji tirsa daxwaza Walî bicîh tîne. Lê Meryem ji xortekî bi navê Eliyê Qolaxasî yê misilman hez dike. Li gor hin versiyonan jî Elî emirberê Walî ye û ji bo here Meryemê jê re bîne Walî wî dişîne mala Meyremê. Dema ew û Meryem hev du dibînin ji hev hez dikin, Meryem jê dixwaze Elî wê birevîne. Pereyan didin kelekvanekî û diçin Dêra Aqtarmanê xwe disipêrin tor û bextê Metran Îsa. Di destanê de beşa çûyîna dêrê wiha tê vegotin:
Eliyê Qolaxasî got:
Ez diçûme Wanê, Wan li wêde
De tu rabe kelekvano
Kelek û qayikê ji me re girêde
Em ê biçine cem Metran Îsa di bahrê de
Agahî zû digihîje Walî ku Meryem û Elî çûne reviyan e. Di encama lêkolînê de kelekvan li xwe mikur tê ku ew birine Dêra Aqtarmanê. Walî tevî leşkeran diçe girava ku dêr lê ye û ji Metran Îsa daxwaz dike Meryem û Elî radestî wî bike. Ji bo vê yekê jî bertîleke mezin pêşniyar dike. Lê belê Metran bersiva ku ew ê prestîj û baweriya ji bo dêrê heyî têk nebe.
Diyaloga di navbera Walî û Metran Îsa de têr û tije wêjeyî û felsefîk e:
Waliyê Wanê bi sê dengan gazî kir û got:
Lo lo Metrano dîsa, dîsa
Min şeva bûrî di xewna xwe de dîtibû
Cotek kevok firî hate cem te lîsa,
Heger tû Meryema Fileh û Eliyê Qolaxasî radestî min bikî
Ez ê bidime te bi hesabê zêran hezar kîsa.
Metran Îsa lê zivirî gazî kir û got:
Waliyo ez wiha nakim
Şerî’etê betal nakim
Ola xwe li nîvê dêrê rezîl nakim
Heçî qesta Dêra Aqtarmanê bike bê kuştina xwe
Sonda Îsayê Nûranî dikim,
Ez ê bê mirad ji Dêra Aqtarmanê bernadim
Ez ê Meryema Fileh li canê Eliyê Qolaxasî mahr kim
Ji serî heta binî di destanê de qala amadekariyên Metran Îsa yên ji bo şer dike. Ji ber ku ew dizane waliyê zalim wê leşkeran bişîne ser. Di dawiya her beşê de qal tê kirin ku Metran Îsa kozik û kemînan dikole:
Were li min û şerê vî Metranî
Vî horgucî vî beranî
li ber Dêra Aqtarmanê kemîn danî
Metran Îsa ji wî zemanî heta vî zemanî
Navê xwe ji devê dengbêjan her deranî
Her çiqasî versiyonên cuda cuda hene jî Metran Îsa jî mîna hemû evîn an lehengên destanan bi çarenûsa diyar a trajîk re rû bi rû dimîne.
Hin dengbêj ji rastiyê dûr dikevin û dawiya destanê mîna ku Metran Îsa bi ser dikeve, Meyrem û Elî digihîjin miraza xwe û Metran Îsa jî misilman dibe diqedînin kilamê. Diyar e ku ji bo dilxweşkirina dîwana lê kilaman dibêjin serî li vê guherînê xistine û finaleke bextewar û kêfxweşî afirandine. Heger ‘Metran Îsa’ mîna destaneke evînê heta roja me hatibe ji sedî sed bi encama xwe ya tarjîk re têkildar e.
Di destanê de li dora evîna Meyrem û Eliyê Qolaxasî de xweşbîniya nava gelan-olan, li dij zilmê têkoşîna gelan û olan heye. Pîrozwerî û meznahiya di her mercî de li dij zaliman cihgirtina li gel mazlûmane destana Metran Îsa.
Di vir de lehengê destanê ne du kesên evîndar; yanî Meryem û Elî ne, şik û guman tune ye ku leheng Metran Îsa bi xwe ye. Ew xwedî kesayetekiyeke hevqasî mezin e ku beranberî mirina xwe qîzeke ji ola xwe û dildarê wê xortî Misilman diparêze.
Tê gotin Elî bêhêvî ye û pêşniyar dike ku here ser dînê xiristaniyê lê belê Metran Îsa helwesteke tund nîşan dide û dibêje,
“Eliyo wiha nakim
şerîetê betal nakim
Dînê Muhemed li hewşa dêra Aqtarmanê
ji bo jinekê rezîl nakim
Ez ê li gor qewl û dînê resûlê xwedê
Meryema Fileh li canê Eliyê Qolaxasî mahr kim.”
Metran Îsa soza xwe dibe serî; nîvê şevê bi kelekê diçe Wanê, melayekî tîne û mehra Meryem û Elî dibire. Destan piştrast dike ku gelên Mezopotamyayê di nava aştî, xweşbînî û parvekirina çarenûsê de ne.
Walî temsîla desilatdarî-tahakûmê ye. Lewra tehlûkeya herî mezin a li ser jiyana bi hev re ya gelan desilatdarî bi xwe ye.
Evîn û xweşbînî, sekna li dij zaliman û zilmê, girêdana bi bawerî û pîvanên mirovî-gerdûnî re kesayetiya Metran Îsa diyar dikin. Ev tev jî bi xwe re encama ku Metran Îsa destaneke lehengiyê ye jî diafirînin.
Gelo ji bilî Metran Îsa kî layiqî van gotina ye ku sedê salan li çar aliyan tên gotin:
Delîl delîl sedcarî lo dilo!
Werin li min û li vî Metranî
Li vî hogucî li vî beranî
Li ber Dêra Aqtarmanê kemîn danî
Metran Îsa sala weke vê salê
navê xwe li nav koşik û dîwanxaneyan tev de danî.


