Diyarname
Li Amerikayê kovboyekî ciwan diyariya herî zêde ya DYA'yê bi dest xist û bû kovboyê herî dewlemend.
Kovboyekî bi navê Neal Wanless (23) li eyaleta South Dakota di nav erdê xwe yê 129 hektarî de cotkarî dikir û bi zorê debara malbata xwe dikir. Lê dawiya vê hefteyê ji bilêta ku wî kirî diyariya 232.1 mîlyon dolar derket û ew kovboy niha bû kovboyê herî dewlemend.
Hate gotin ku Neal Wanless meha borî dema ji bo kirîna êmê ya ji bo heywanên xwe çûye navçeya Winner bilêtek kiriye û bi vê bilêtê jêre diyarî derketiye. Ji pereyên ku jêre derketine piştî birîna bacan bi temamî dê 88.5 mîlyon dolar bikeve bêrîka wî
Wanless bi şewqeya xwe ya kovboyan a reş tevî çekê xwe derket pêşberî çapemeniyê û da zanîn ku yên alîkariya wan bi pereyan heye dê bi van pereyan alî wan bike.
Neal Wanless da zanîn ku ewê kovboytiyê bidomîne û got ku ji hespê xwe Elenor re wisa gotiye: "Em di çiflikeke mezintir de tûreke bavêjin dê çi xweş be."