logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Yekbun û Dîlan Îzol: 17 sal in ev zilm li ser me didome

Dîlan û Yekbûn Îzol ên ku Birayê Parlamenterê AKP'ê Zulfîkar Îzol, Cîhan Îzol û zilamên wî bi çekan bi ser gundê wan de

  • Dîrok: 19/06/2019
  • Beş: Nûçe

RIHA

Birayê Parlamenterê AKP'ê Zulfîkar Îzol, Cîhan Îzol û zilamên wî bi çekan bi ser gundê Hakki û Zozan Îzal de girtin. Keçên wan Dîlan û Yekbûn Îzol li ser bûyerê diyar kirin ku ev zilm 17 sal in didome û heta niha dewletê ew qet neparastine. Dîlan Îzol, anî ziman ku rojek berî êrîşê cendirmeyan bi ser mala wan de girtiye û li malê lêgerîna çekan kirine. Dîlan Îzol ji partiyên siyasî alîkarî xwest. 

 

Roja 15'ê mehê li Gundê Çeltîkê ya Navçeya Sîwerega Rihayê xizmên Parlamenterên AKP'ê Zulfîkar Îsol bi ser malbatek Îzol a din de girtin û ji malbatê 4 kes kuştin. Di komkujiyê de dayik Zozan Îzol (41), bav Hakki Îzol (55), Meral Îzol (41) û xwendekarê zanîngehê Mûsa Serhat Îzol (22) di êrîşa çekdarî de hatin kuştin. Mehmet Metîn Îzol û Yûsuf Rojhat Îzol bi giranî birîndar bûn. Yekbûn Îzol a 22 salî û Dîlan Îzol a 24 salî ku bûn şahidê komkujiyê diyar kirin ku ev 17 sal in li ser wan zilm heye. Dîlan û Yekbûn ji Lêkolînerê Kurd ê li DYA dijî Nivîskar Edîp Yuksel re çavdêriyên xwe parve kirin. Yuksel bi rêya medya civakî Youtube axaftina xwe ya telefonê parve kir. Yekbun Îzol, anî ziman ku dîmena hat kişandin û li ser medya civakî hat parvekirin pismamê wê kişandine û wiha got: "Hin dîmenên din jî hene. Me ew dîmen dan dozgeriyê. Niha tu parastina me tune ye. Tu tedbîrên parastina me tune ne. Em ji aliyê xal û xaltikên xwe ve tên parastin. Xwişka min bêtir ji bûyerê agahdar e."
Yekbun Îzol, piştre telefon da xwişka xwe Dîlan Îzol. Dîlan Îzol jî agahî da û got: "Ji xeynî Yekbûn xwişka min a 20 salî Fatma Rojbin, Muhammed Agit ê 17 salî, Mustafa Bawer ê 15 salî Zeynep Jînda ya 9 salî 4 xwişk û birayê wê hene. Ev dijminantiya 17 salan e. Bûyer di navbera Bavê min, mamê min û birayê Parlamenterê AKP'ê yê berê Zulfikar Îzol de derbas bûye."

 

17 SALIN ZILMÊ DIKIN

Dîlan Îzol, anî ziman ku Malbata Îzol a AKP'î 17 salin zilmê li wan dikin û wiha got: "Gelek caran xwestin mala me bişewitînin û xera bikin. Gelek caran bi ser mala me de girtin. Êrîş kirin. Di bûyera herî dawî de rojek berê eskeran bi ser mala me de girtin û li mala me lêgerîn kirin. Roja din jî bi ser mala de de girtin, dayik, bav, amojin û pismamê min kuştin. Dema rojek berê esker hatin mala me lêgerîn kirin em ketin nava fikaran. Lê me dîsa baweriya xwe ya li hemberî dewletê xera nekir. Di dîmenan de her tişt li holê ye. Piştî bûyerê gotin yek hatiye girtin. Lê çiqas rast em nizanin. Ez, 6 xwişk û bira û pismam û dotmamên xwe li gund dimînin. Tu ewlehiya me tune ye. Tenê xalên me me diparêzin."
Dîlan Îzol, herî dawî bang li rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî kir û xwest alîkariyê bi wan re bikin û got: "Em dixwazin bi hemû partî û wekîlan re hevdîtin bikin." 

Ji MA'yê hatiye girtin


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Jinan li ser avahiya NY'yê ya Enqereyê bang kir: Mafên kurdan qebûl bikin (Agahiyên li ser Rojava; tê nûkirin)

ad

Dawî li “Bu kalp seni unutur mu’ hat

ad

Notên ji Newroza Amedê

ad

Înceoglu bû midûrê nûçeyan ê ÎMC TV

ad

FEMEN'ê êrîşê kûpayê kir

ad

Pêşbaziya Xwendinê dest pê dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname