logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Notên ji Newroza Amedê

Li dor mîlyonek kes li Newroza Amedê hat cem hev. Vane notên ji Newroza Amedê:

  • Dîrok: 21/03/2009
  • Beş: Nûçe

Amed
Li dor mîlyonek kes li Newroza Amedê hat cem hev. Vane notên ji Newroza Amedê:

* Welatiyên ku di saetên sibehê de li herêmên Surîçî, koşeya jor a Girtîgehê, Seyrantepe, Îskan Evlerî, Yenîşehîr û gelek noqteyên din agir dadan, piştre ji 30 noqteyên cuda yên bajêr welatî bi otobus û minibûsan ber bi qada Newrozê ve çûn.

* Newroz wekî her sal dîsa li taxan destpê kir. Bi hezaran kesên ku di saetên sibehê de li wesayîtan siwar bûn coşa Newrozê di asta herî bilind de jiyana kirin.

* Ji bilî wesayîtên ji aliyê Komîteya Amedekar a Newrozê ve hatin temînkirin, bi hezaran kes jî bi motosîklet, kamyonet û wesayîtên xwe çûn qada Newrozê. Tiştek balkêşq: hin welatî jî bi hêstiran hatin qadê.

* Li noqteyên lêgerînê di navbera polîs û welatiyan de hin caran gengaşî derket.

*Li qadê sloganên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind bûn. Her wiha li qadê pankart û dovîzên ji bo Ocalan hatin hatin vekirin.

*Di Newroze de alên Konfederalîzma Demokratîk. Posterên Ocalan ên bi balonan ber bi hewa ve hatin bilinkirin jî dîmenek cuda diyar kir.

* Li qadê ji bo agirê Newrozê bi tonan êzing hatin bikaranîn û li orta qadê meşaleyek mezin hate avakirin.

*Ji bo qada Newrozê bi betonê kevirên parke hatiye çêkirin wekî par dîmenên heriyê derneketin holê.

* Qada ku 60 tuvaletên seyar hebû, 9 ambûlans û 3 konteynir amade bûn.

* Di stantê ku hate vekirin de li gel nanê sêlê perxaç û mehîra Amedê ve kiraz û fîstan jî hatin firotin. Li standa herî zêde jin û zaron firoşkerî kir.

* Di Qada Newrozê de li gel cilên neteweyî alên DTP'ê zêde derketin pêş.

 * Ji ber dawiya hefteyê bû beşdariya xwendekaran û karmendan jî zêde bû.

* Li aliyekî jinan bi cilên rengîn, li aliyê din kesk, sor û zer qada Newrozê bi dîmenên rengîn neqişand.

* Li qadê li gel stantê xwarinê Bêhna Cîgerên Amedê jî li hemû qadê belav bûn.

* Welatiyên Navçeyan bi dolmîş û otobusan herikîn qada Newrozê

* Cil û bergê ku wekî "Cilên Gerîlla" tê zanîn li qadê zêde bal kişand ser xwe. Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, Parlementerê DTP'e û Namzetên DTP'ê yê Şaredariyan cilên neteweyî li xwe kirin.

* Di pîrozbahiyê de protokol jî govend girt. Gelek qanalên tv weşana zindî kir û kevokên aştiyê hatin firandin.

* Jin û kalan, li qada Newrozê qameta nimêjê girtin û dûayên azadî û aştiyê xwendin.

* Qada Newrozê vegeriya qada pîknîkê û gelek welatiyan tama roja nû roja biharê derixist.

* CHP'a ku demekê pîrozbahî qedexe dikir, 17 rêxistinên CHP'ê yên Bajêr û navçeyê beşdarî pîrozbahiya Newrozê bû.

* Bi sedema tavroj hebû li gel hezaran zarok sedhezaran jin û mêran govend girtin û coşiyan.

* Di dema firandina teyareyan de dirûşmên "Qatîl Erdogan" hatin berz kirin û operasyon hatin şermezar kirin.

* Bi pêxistina agirê Newrozê re rêz hate girtin û srûda 'Ey Şoreşker' hate xwendin.

* Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, parlementera berê ya DEP'ê Leyla Zana, Parlementera Ewropayê Feleknaz Uca, Şaredarê DTP'ê yê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û Şaredarên DTP'ê bi cilên neteweyi li dor agir govend girtin.

* Li gelek deverên bajêr dikan girtîbûn û li Amedê jiyan hate rawestandin.

* Dirûşma Newrozê "Ne înkar û ne jî îmha, çareserî xweseriya demokratîk e" hate berz kirin. Ji bo Ocalan azadi hate xwestin.

* Ji ber tevlêbuna zêde Riya Rihayê li trafikê hate girtin.

* Li Qada Newrozê ku dîmenên wekî mîhrîcan û qarnavalê hatin jiyandin de 19 pankartên kurdî hatin vekirin. Hin pankartên ku bal kişand wina ne: "Newroza gelê me pîroz be", "Mirov bi zimanê xwe azad e", "Ji bo pirsgirêka kurd, çareseriya demokratîk a xweser", "Ji tecrîdê re na", "Başûr û bakur bira ne birakuj Erdoğan e", "Azadiya rêberê me azadiya mirovahiyê ye", "Roja Giravê, Amedê ronî dike", "Ji înkar, asîmîlasyon, derew, çewisandin, zilm û xapandinê re na", "Bi xweseriya demokratîk ber bi komara demokratîk ve", "Bi coşa 8'ê Adarê berxwedana Newrozê silav dikin", "Azadiya rêberê me azadiya jinê ye", "Bi agirê heval Mazlûm, Sema û Viyan agirê Newrozê geş dibe", "Avzêmka agir û rojê bingeha hunera me ye", "Ciwan wê bibin şopdarên xeyalên, afiranderê xewnan".

* Ji ber her sal zarok winda dibin, vê care komîteya zarokên winda hate ava kirin.

* Îsal Newroz li qada 135 hezar metre qare hate pîroz kirin û her metre kareyekê 4 mirov peyda bûn.

* Dika Newrozê bi rengê kesk sor û zer hate xemilandin û li derdora wê afîşên kurdî hatin daliqandin.

* Endamê Komîsyona Karma ya Parlamentoya YE û Tirkiyeyê ku ji Parlamentoya Avusturyayê û di heman demê de enadamê Navenda Çandê ya Alman û Kurd, BASK Katalan Birêz Andreas Molzer û komek parlamenter li gel heyeta Partiya Çep ya Almanyayê, bi gelek hindekar û nivîskarên navdêr wekî dehwetiyan tevli bûn. Di pirotokola îsal de Hevserokê DTP'ê Ahmet Turk, Osman Baydemîr, Leyla Zana, Hatîp Dîcle, Rêveberê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Cengîz Guleç, rêxistinên civakî yên sivîl yên li Amedê, Parlamenterên DTP'ê , Parlamentera Parlamentoya Ewropayê Feleknas Uca, Serokê Giştî yê DÎSK Suleyman Çelebî, Serokê Giştî yê KESK'ê Samî Evren, endamên EMEP û Platforma Demokrasiyê cih girtin.

* Ewlehiya qadê ji aliyê bi nêzî hezar kesan ve hate pêkanîn. Peywirdaran jî kincên neteweyî li xwe kirin.

* Hunermendê ermen Aramê Tîgran di Newroza Amedê de ku her tim dixwest tevlî bibe bi stranên kurdî, ermenkî û tirkî gel coşand.

* Xêro Abbas, Diyar, Koma Gulên Xerzan û Zozan jî derketin ser dikê

* Nasnameyên rojnamevanan ji aliyê polîsan ve hate qeydkirin. Helîkoptera polîsan di ser qadê de firiya û polîsan derdora qadê gelek tedbîrên berfireh girtin.

* Komek anarjist jî bi alên xwe tevli Newrozê

* Ji bo agirê Newrozê 6 ton dar hatin bi karanîn.

* Parlamenterên DTP''ê bi gel re govend girtin.

* Girtina Gun TV'yê bi pankartekî hate şermezarkirin.

* Peyama Ocalan ji aliyê nêzî mîlyonek kesî bi avayekî bê deng hate guhdar kirin. Piştî xwendina peyamê hemû kesî ji bo Ocalan slogan avêt.

* Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr berî axaftina xwe kevoka spî firand.

* Girseya ku ji Bismilê bi trênê hatiye bi meşekî kete qadê.

* Di qadê de du cihan agir hate pêxistin.

* Di pîrobahiyê de namzetên şaredariyê Amedê yên DTP hatin nasandin.

* Bi taybet di dama nasandina namzetên jin de slogana "Jin jiyan azadî" hatin avêtin."

 


(Nûçe- wêne: Hîkmet ERDEM/Vedat YILDIZ/Firat DUZGUN//Abdurrahman GOKDEMÎR/Reşat AYAZ/Hamdî AKYOL/Asmîn BAYRAM/Yilmaz HATMAN/Selamî DENÎZHAN)

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dimay 50 sere eşkera bî ke Bruce Lee çirê merdo

ad

Olivia de Havilland wefat kir

ad

Timeê jinên îranî jî xistin nav lîsteya salê

ad

Qedrî Can di Dilopê de ye

ad

2017: Pirtûkên ku Obama xwendine

ad

PIRTÛKA KOBANÊ

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname